Li Amedê ji bo kesên jiyana xwe ji dest mala şînê hat danîn
- 18:41 11 Sibat 2023
- Rojane
AMED- Ji ber erdhêja ku navenda wê Mereş bû, gelek bajar bi bandor bûn. Li Amedê jî 7 avahî hilweşiyan û 281 kesî jiyana xwe ji dest da. Ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane li Kompleksa Salona Dawetê ya Cîty a navçeya Peyasê mala şînê hat danîn.
Ji ber erdhêjên 7.7 û 7.6 yên ku navenda wê Mereş bû, gelek bajar bi bandor bûn. Li Amedê jî 7 avahî hilweşiyan û 281 kesî jiyana xwe ji dest da. Ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane li Kompleksa Salona Dawetê ya Cîty a navçeya Peyasê mala şînê hat danîn.
Her wiha li bajar ji ber malên şînê yên din jî tije bûn, li kafeya Goletlî Park û kahwexaneyên cuda yên bajar jî malên şînê hatin danîn.
Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê hewcedariyên mala şînê peyda dikin.