162 zarok ji bin kavilan hatin derxistin
- 12:56 10 Sibat 2023
- Rojane
ENQERE - Wezareta Xizmetê ya Malbat û Civakê, daxuyand ku 162 zarokên ku refeqatvanên wan tune ne ji bin kavilan hatine derxistin.
Wezareta Xizmetê ya Malbat û Civakê, daxuyand ku piştî erdheja navenda wê Mereş, ji bin kavilan 162 zarokên ku refeqatvanên wan tune ne hatine derxistin û hatine dermankirin. Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku 101 zarok piştî dermankirinê li saziyên girêdayî wezaretê hatine bicihkirin û 18 zarok jî teslîmî malbatên wan hatine kirin.