Welatiyên Silêmanî ji bo mexdûrên erdhejê ket nava seferberiyê
- 14:43 7 Sibat 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên Silêmanî ji bo mexdûrên erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistan û Tirkiyeyê ketiye nava seferberiyê. Ji heft salî heta heftê salî alîkarî ji bo mexdûran tê şandin.
Serê sibehê ji bo mexdûrên erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyeyê alîkarî li Muzexaneya Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê tê komkirin. Ji heft salî heta heftê salî şêniyên Silêmaniyeyê alîkariya xwe dibin navendê li wir tê tomarkirin û li gorî alîkariyê
tê cihêkirin.
Ji pêwîstiyên jiyanî yên sermayê cilûberg bigire heta bi xurekê tê komkirin. Her wiha ev alîkarî hemû tê tomarkirin û dîsa di warê madî de jî sindoq hatiye danîn û tomarkirin.
Şênî bênavber bi wesayîtên xwe alîkariyên xwe tînin Muzexaneya Emnesoreke.
Li bendê ye ku çend rojan ev alîkarî bê komkirin.