Bajarên Rojhilat ji ber erdhêjê zirarek mezin dîtin
- 17:50 6 Sibat 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Di encama erdheja ku li Bakurê Kurdistanê pêk hat û li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê jî bandor kir û Dêra dîrokî ya gundê Kalûtê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê û Minbicê jî zirarek mezin dît.
Rayedarên Midûriyeta Şunwaran a Herêma Efrînê diyar kirin ku di encama erdhejê de dêra li rojhilatê gundê Kalûtê zirarek mezin dîtiye.
Bajarê Minbicê yek ji bajarên Sûriyeyê ye ku ji erdheja li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bandor bû.
Di encama erdhejê de sê kes birîndar bûn. Navên birîndaran ev in: Êlîn Ferzat (8), Ensen Xelîl (13) û Cuma Fûad Salih (28). Birîna Cuma Fûad Salih giran e. Her wiha ziyanên madî çêbûn.