Hejmara binçavkirinên li Îzmîrê zêde bû
- 08:38 6 Sibat 2023
- Rojane
ÎZMÎR - Tevî Nûçegîhana ajansa me Nazlican Yildiz 6 kes hatin binçavkirin.
Li Îzmîrê serê sibehê bi ser malan de hat girtin û nûçegîhana ajansa me Nazlican Yildiz û rêvebirê HDP'ê ya Îzmîrê Murat Tufan hatin binçavkirin. Tevî Nûçegîhana ajansa me Nazlican Yildiz 6 kes hatin binçavkirin.
6 kesên hatin binçavkirin birin Şaxa TEM'a Çankayayê.
Kesên hatine binçavkirin navên wan wiha ne: Nazlican Yildiz, Murat Tufan, Fırat Dikmen, Murat Boztaş, Ayhan Bakir û Baran Tink.
Derbarê sedema binçavkirinê de tu agahî nehat bidestxistin.