Li Martîgues panela Jîneolojiyê
- 19:53 5 Sibat 2023
- Rojane
MARTIGUES - Li Martîgues der barê Jîneoljiyê de panelek pêk hat. Jinan eleqeyek mezin nîşanê panelê dan û di panelê de jinan pirsên der barê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku paradîgma azadiya jinê danî holê, hatin pirsîn.
Li bajarê Matîgues a başurê Fransayê li ser Jîneolojiyê panelek pêk hat.Bi pêşengiya ekîba Provance ya Jîneolojiyê û bi piştgiriya tevgera femînîst ya Les meutrîeuses duh panel pêk hat û aktîvîstên jin û tevgera femînîst eleqeyek mezin nîşan da.
Panel saet di 18.30’an de destpê kir û bi ekîba provance ya sê kesî hat meşandin. Têgeh û rêbazên der barê jîneolojiyê de hatin destgirtin. Her wiha Jîneolojî li Ewropa çawa ketiye jiyanê jî hat nîqaşkirin.
Di beşa pirs û bersivan de jî der barê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de zêde pirs hatin pirsîn. Piştre sînevîzyonek hat nîşandan.