Kongra Star bernameya çalakiyên 15’ê Sibatê eşkere kir
- 13:46 4 Sibat 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi minasebeta salvegera 24'emîn a komploya navneteweyî Meclisa Kongra Star bernameya çalakiyên xwe aşkera kir.
Meclîsa Konra Star bi minasebeta salvegera 24'emîn komploya navnteweyî daxuyaniyek li Stadyuma 12`yê Adarê ya li Qamişlo da û bernameya xwe ya çalakiyan aşkera kir. Daxuyanî ji aliyê endama Komîteya Ekolojiyê ya Meclisa Kongra Star Rîham Temo ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Komploya Navneteweyî ya di kesayeta Rêber Abdullah Ocalan de dijî Gelê Kurd hatiye destpêkirin, 24 sal li pey xwe hiştine û hîn jî tê xwestin ku îradeya gelan ji holê bê rakirin.
Tecrîda girankirî, êrişên qirkirina siyasî, fizîkî û çandî berdewama komployê ne, lewma divê têkoşîna azadiyê were xurtkirin, her wiha diyar kir ku ew wek Kogra Star, Gelê Kurd û hemû gelên herêmê lîstikên navneteweyî şermezar dikin û bi tu awayî qebûl nakin, dê li dijî her cure komployan bi dirûşma 'Kes nikare roja me tarî bike' tê bikoşin.
Em carek din bang li CPT’yê jî dikin ku erk û berpirsyariya xwe bi cih bîne.
Bername wiha ye:
* Ji 5 heta 10’ê Sibatê li gund, navçe, komîn, û saziyan dê semînerên têkildarî komployê werin dayîn.
* 5’ê dê Sibatê li gel Meclisa Malbatên Şehîdan li hemû bajar û navçeyan wêneyên rêber Ocalan werin daliqandin.
* 5’ê Sibatê dê li navçeyan pêşangehên wêneyên Rêber Abdullah Ocalan werin vekirin.
* Ji 5’ê Sibatê ve dê li gel Komîteya Zarokan a Şilêr ku girêdayî Kongra Star e, pêşangehên wêneyên Rêber Ocalan ên bi destê zarokan hatine çêkirin, bên vekirin.
* 10’ê Sibatê dê Mekteba Jinan a PYD’ê foruma jin li dar bixe.
* 14’ê Sibatê dê li ser hesabên sosyal medyayê kampanyaya hashtagê were destpêkirin.
* 15’ê Sibatê dê bi dirûşma 'Azadiya Rêber Apo azadiya mirovahiyê ye, azadiya rêber Apo azadiya jinê ye' li Dêrik, Qamişlo û Hesekê, herêma Firatê, Şehba û Helebê meşên navendî pêk bên.
* Nameyên ku der barê komployê de hatine nivîsandin, dê ji CPT’yê re werin şandin.
* Komîteya Ekolojiyê ya Kongra Star dê li bajar û navçeyan daran biçîne. Di vê çarçoveyê de dê cih û rojên çandina daran ji aliyê komîteyên bajaran ve werin diyarkirin."