Li Çiyayê Amanosan daristana li ser 35 hehktaran bû xwelî

  • 11:51 17 Tîrmeh 2018
  • Ekolojî
HATAY - Li Çiyayê Amanosan ji duh heta îro daristan şewitî. Heta ku şewat vemirandin bi giştî 35 hektar qada daristanê şewitî û tev bû xwelî. 
 
Li Çiyayê Amanosan ê Hatayê, 35 hektar daristan şewitî û bû xwelî. Li qada daristanî ya Çiyayê Amanosan a taxa Bakrasê ya Hatayê, ji duh ve şewat derket û heta serê sibê berdewam kir. Şewata daristanê ku li taxên Uzunaliç, Maraşbogazi û Serinyol yên Navçeya Antakya belav bû, bi hevkariya 6 helikopter, 2 balafir, 42 arazoz, 8 maşîneyên kar, 20 tankerên avê, 10 yekîneyên vemirandina şewata daristanan serê sibê vemarindin. Heta ku agir vemirî 35 hektar qada daristanê tev bû xwelî.