Li Somayê jiyana xwe ji dest dan niha jî gundê wan tê tunekirin

  • 09:06 17 Tîrmeh 2018
  • Ekolojî
ÎZMÎR - Di komkujiya Somayê de li gundê Elmadera û Degirmencieli 11 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Niha jî li van gundan tê xwestin ku termîk santral bê avakirin. Bendên ku ji bo santrala hat avakirin ji niha de dibe sedema bidawîbûna jiyanan gelek zindîyan. 
 
Li gundên Elmadere û Degirmencieli yên Kinika ku 30 kilometreyî ji Îzmîrê dûr e şîrketa madenê ya bi navê 'Polyak Enez' bingeha termik santral ava dike û ji niha de jiyanê tehdît dike. 
 
Di serdema Berat Albayrak a ku ew Wezîrê Jêderkên Tabî bû ji bo sermayedaran 'modela garantiya sitendinê' dihat bikaranîn û karên sermeyadêrên ku jiyan tehdît dikir hêsantir dibû. 
 
Bi polîtîkayên çandiniyê gundî hatin çewisandin û mecbûr man ku axa xwe bifiroşin
 
Polyak Enez bi piştgiriya wezaretê di serî de erdên Elmandere û Degirmencieli, dawiyê jî erdên der û dorê kirî. Gundiyek ku nexwist navê xwe bide derbarê santralê de wiha got:"Ji ber ku tûtina me pere nekir loma em koçî Kinikê bûn. Ji gundekî 12-14 xane koç kirin. Niha erdê me di destên wan de ne. Dema ku termik santral têkeve meriyetê dê ne hewa ne av ne jî erd bimînin. Berê em diçûn robaran me masî zevt dikir, beq hebûn. Niha deng tuneye. Heta çend salên din li vir gund jî namîne."