Cerdevanan agir bi Çiyayê Cûdî xistin

  • 10:50 14 Tîrmeh 2018
  • Ekolojî
ŞIRNEX - 3 roj berê ji aliyê cerdevanan ve agir bi Çiyayê Cûdiyê yê li Silopiyayê hat xistin. Destûr nayê dayin ku mudaxeleyî êgir bê kirin. 
 
Bi hatina havînê nêzî her rojan agir bi daristanên Kurdistanê dikeve. 3 roj berê ji aliyê cerdevanan ve agir bi Çiyayê Cûdiyê yê li bajarokê Gorumluyê yê Silopiyayê hat xistin. Destûr nayê dayin ku mudaxeleyî êgir bê kirin. Hat hînbûn ku gelek qadên daristanan hatine şewitandin. 
 
Dûman ji navenda navçeyê tê xuyakirin
 
Hat hînbûn ku li cihê nokteyên cerdevanan lê zêde ne agir ji aliyê cerdevanan ve hatiye pêxistin û qereqol jî destûrê nade ku kesek êgir vemirîne. Dûmana agirê ku bi rojane didome ji navenda navçeyê tê xuyakirin.