Şewata li Çiyayê Lîsê ji aliyê gundiyan ve hat vemirandin

  • 17:50 13 Tîrmeh 2018
  • Ekolojî
AMED - Şewata ku li Çiyayê Lîsê yê Pasûrê ji ber bomberdimana helîkopterên leşkerî yên derketin operasyonê dest pê kir, li dijî dopêç û astengiyan ji aliyê gundiyan ve hat vemirandin.
 
Li Pasûra Amedê ji ber bombebarana helîkopterên leşkerî ku derketin operasyonê li herêma Çiyayê Lîsê şewat derket û leşkeran gundiyên ku xwestin vemirînin jî asteng kirin.
 
Şeva borî gundiyên gundê Bira Zeynayê ji ber ku şewat belav dibû û jiyana wan tehdît kir dopêç derbas kirin û agir  vemirandin.  Piştî ku şewat hat vemirandin hat diyarkirin ku hinek leşker ji gundên herêmê veqetiyan e.