Agir bi Çiyayê Lîsê ket

  • 15:03 12 Tîrmeh 2018
  • Ekolojî
AMED - Li Çiyayê Lîs û derdora wê ya girêdayî navçeya Pasûrê bi hinceta operasyona leşkerî helîkopteran  herêmê bombebaran kir û li qada daristanê şewat derket. Leşkeran gundan dorpêç kir û nahêle welatî mudaxeleyî şewatê bikin. 
 
Hat ragihandin ku li Çiyayê Lîs ê girêdayî navçeya Pasûrê ya Amedê bi hinceta operasyona leşkerî hat bombebarankirin. Li gundên Bira Zeyna, Temira, Çirik û Dinarê yên li derdora çiya bi rojane di bin dorpêça leşkeran de ne. Duh bi şev SÎHA û helîkoptêran bombebaran kir. Ji ber bombebaranê li Çiyayê Lîs û derdora wê şewat derket. Şewat li qada daristan geş bûye. Leşkeran bi hinceta operasyon heye gundan dorpêç kiriye û destûr nadin ku şêniyên gundan biçin mudaxeleyî şewatê bike. 
  
Duh bi şev şêniyên gundê Bira Zeyna li gorî derfetên xwe mudaxaleyî şewatê kirin û vê deverê xistin bin kontrolê. Hat zanîn ku li gundên din ji ber dorpêçkirina leşkeran kes nikare mudaxele bike û şewat li herêmê belav dibe û gur dibe. 
 
Walîtiya Amedê jî têkildarî operasyona leşkerî duh daxuyanî da û îdia kiribû 3 kes jiyana xwe ji dest da û gelek muhîmat hat girtin. Lê Walîtiyê cih neda şewata li daristanê derketiye û daxuyanî neda.