Çiya tên şewitandin û dar tên birîn!

  • 10:44 11 Tîrmeh 2018
  • Ekolojî
ŞIRNEX – Li qadên Gabar, Cûdî, Besta û Kato Jîrka yên Şirnexê, operasyonên leşkerî ku demeke destpêkirine didomin. Li van herêman tevî şewata daristanan gelek dar jî hatin birîn. 
 
Li navenda Şirnex, Silopiya, Basan, Qileban û Bêşebabê bi sedan herêm bi hinceta "Herêma Ewlehiya Taybet" hatin qedexekirin û bi vê re ev demeke operasyonên leşkerî hatine destpêkirin. Operasyonên hatine destpêkirin didomin. Her wiha di van operasyonan de dem bi dem pevçûn rû didin û 24 satan helîkopter digerin. Di van operasyonan de bi sedan leşker û cerdavn cih girtine. 
 
Operasyon berfireh
 
Ji ber guleberan û bombeberana qereqolên li derdorê li herêmê tim şewat derdikeve Herî zêde jî li Kato Jîrka, Besta, Gabar û Çiyayê Cûdiyê. Operasyonên meha borî li Kato Jîrka û Bestayê destpêkirin her diçe berfireh dibin. Tê diyarkirin ku li van herêmên ku ji aliyê balafirên şerî ve jî tên bombekirin tim sewqiyatên leşkerî pêk tên û her wiha li van herêman binkeyên leşkerî yên nû tên avakirin. 
 
Li herdu herêman ji xeynî hin gundiyan hema bêje ketin û têketin girtiye. Cerdevanên li herêmê bi awayekî dorveger di operasyonê de cih digirin. Liv û tevgera leşkerî ya li Kato Jîrkayê nîşan dide ku dê li Herêma Feraşînê jî operasyoneke mezin bê destpêkirin. 
 
Dar tên birîn 
 
Her wiha hat hînbûn ku li herêma bajaroka Gundikê Melê, li qada Çiyayê Fileha cerdevanan dar birîne. Li van herêmên operasyonê nehat hînbûn ku heta niha çi qas dar hatine jêkirin.