Li Omeryanê gelek qadên daristanê hatin şewitandin

  • 11:55 7 Tîrmeh 2018
  • Ekolojî
MÊRDÎN - Piştî operasyona leşkerî ya li herêma Omeryanê gelek qadên daristanê hatin şewitandin. Gundiyên ku bertek nîşanî vê rewşê dan gotin:"Vira cara duyem e ku tê şewitandin. Em baş dizanin ku ji bo çi daristanên me tên şewitandin. Em ji vir naçin."
 
Li gundên Talatê û Mişinê yên girêdayî Nisêbîna Mêrdînê piştî operasyona leşkerî gelek qadên daristanan hatin şewitandin. Do agir li gelek cihên daristanê belav bû û bi hewldana gundiyan hat vemirandin. Gundiyan bertek nîşanî vê yekê dan. Sala borî dîsa bi vî rengî gelek qadên daristanê hatibû şewitandin.
 
Li gor agahiyên ku ji gundiyan hatin girtin pevçûn do şev dest pê kir û heta sibehê dewam kir. Gundiyan diyar kirin ku ji ber dengên çekan û bombeyan ew ranezane.
 
'Sala borî jî şewitandin'
 
Hayriye Taşli da zanîn ku sala borî jî agir bi baxçeyên wan jî xistine û got:"Sala borî jî heman tişt kirin. Vira du car in ku dişewite. Em dizanin ku ji bo çi dişewitînin. Bila êdî vê yekê nekin. Ji bo çi di encama pevçûnan de darên me tên şewitandin? Piştî ku darên me tên şewitandin, dewlet nahêle ku em agir vemirînin. Em jî tenê ji dûr ve temaşe dikin. Wekî ku kezeba me bişewite. Sala borî gelek erd û baxçeyên me hatin şewitandin. Me gelek zirar dît."
 
'Ew nasekinin ew ê bidomînin'
 
Hayriyeyê anî ziman ku ew ji salên 90'î heta niha her tim bi şewitandina daristan û baxçeyên xwe rû bi rû dimînin û got:"Ew wiha dikin ku em cihên xwe terk bikin. Me berê carekê warê xwe hişt û em çûn lê em vê carê dev ji warê xwe bernadin. Çavên me ji wan natirse. Agir gur dibe lê dîsa jî nahêlin ku em vemirînin. Bi destpêkirina biharê re ev yek dest pê kir. Ew nasekinin ew ê bidomînin."