Jiyana foqên Akdenîzê di bin tehdîdê de ye

  • 09:18 25 Hezîran 2019
  • Ekolojî
Melîke Aydin
 
MUGLA - Li Bodrumê, Platforma Kudur ya li dijî xebatên li Nîvgrava Kudur ya qada jiyanê ya Foqên Akdenîzê ku nifşê wan li ber tunebûnê ye hatiye avakirin, têkoşîna xwe ya hiqûqê didomîne. Endama Platformê Umay Karabaş da zanîn wê bi piştgiriya gel destûrê nedin çêkirina avahiyên li vir.
 
Li Bodrum a Muglayê, Nîvgrava Kudur ya qada sît a arkeolojîk û xwezayî ya asta yekem e, û qada jiyanê ya Foqên Akdenîzê ye bi xetereya çêkirina avahiyan re hatiye rû hev. Îskeleyên li nîvgravê berê hatibûn rakirin, Dodo Beach jî berê hatibû avakirin lê ji ber ruhsata wan tunebûn niha nayê xebitandin. Platforma Kudur, ya di nav de Koma Xebatê ya Gund a Konseya Bajar, Şaxa Odeya Mîmaran a TMMOB ya Bodrumê, Komeleya Xwezayê jî heye, li dijî avabûnê têdikoşin.
 
Parêzvanên jiyanê ji bo pêşî li înşata wir bigirin û planê derxin komxebata Kudur pêk anîn.
 
Umay Karabaş ya di platformê de cih digire, da zanîn ku ev qada di asta yekem de qada arkeolojîk e, qada sît a xwezayî û di statuya mêrgê de ye niha bi tehdîda ku avahî lê bên çêkirin re hatiye rû hev.Li herêma Alacaîn a li nîvgravê xebatên beach clup û îskeleyekê heye û der barê van de jî biryara hilweşînê heye.
 
Umayê bi lêv kir ku di rewşa destûr ji bo îskeleyê bê dayîn wê ev qad ji avahiyan re bê vekirin û got foqên Akdenîzê jî wê bikevin xetereyê û got ew dixwazin foqên Akdenîzê biparêzin. 
 
Umayê destnîşan kir ku rêxistibûna ku welatiyên sivîl dane destpêkirin û piştre veguheriya Platforma Kudur, pêvajoya hiqûqî daye destpêkirin û biryar hatiye girtin ku peravê bikin rewşa wê ya berê.
 
Umayê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku welatiyên Kudur bi hestiyar in û bi tu awayî destûr nedin çêkirina avahiyên li vir.