Zeynepê li Semsûrê çanda kofîyê diparêze

  • 09:04 18 Nîsan 2022
  • Çand û Huner
Sema Çaglak
 
SEMSÛR - Zeynep Goyus a 77 salî ku li gundê Serbendê yê navçeya Kolikê ya Semsûrê ye, kevneşopiya kofiyê ku parçeyek jî çanda cil û bergên kurdî ye bi salan e diparêze û dixwaze ku ev kevneşopî bê parastin.  
 
Kofî, parçeyek ji çanda lixwekirinê ya cil û bergên kurdî ya kevnar e ku xwedî dîrokek hezar salan e. Kofiyên ku bi taybet dapîrên me dane serê xwe û hîna jî li gelek deveran ev kevneşopiya ku li gorî herêman şêwaza girêdana wê diguhere berdewam dike. 
 
Zeynep Goyus a 77 salî ku li gundê Serbendê yê navçeya Kolikê ya Semsûrê ye, derbarê çêkirin û bikaranîna kofiyê de axivî. 
 
'Kevneşopiya peykrê Çiyayê Newrûd e'
 
Kevneşopiya kofîyê li herêma Kurdîstanê, bi hezar salan li gelek deveran hê jî tê parastin. Li Semsûrê jî ev kevneşopî ya bi hezar salan li hin deveran hîna jî tê berdewamkirin. Li gorî hin rîvayetan girêdana şêwaza kofiya jinên Semsûrî ji peykerên çiyayê Nemrûdê, ji peykerê Leodike tê. Ji peykerê Leodikê re Thea jî tê gotin ku tê wateya Xwedewendê. Di şaristaniya Kommageneyê de ji peykerên Çiyayê Nemrûdê peykerê Thea cihekî girîng digire. Thea di nav peykerên Yezdanên Nemrûdê de cihê xwe digire û li serê wê kofîyek heye ku dişibe şêwaza kofiyên Semsûriyan.  
 
‘Naxwazim ew çand winda bibe’
 
Zeynep Goyus a 77 salî ku li gundê Serbendê yê girêdayî navçeya Kolikê ya Semsûrê ye, kevneşopiya lixwekirina kofitiyê bi salan e diparêze û dixwaze ew çand winda nebe. Zeynep, diyar kir ku gava keç digihên temenekê kofiyê didin serê xwe û di wexta zewacê de jî çît (Şar ango şemil) didin serê xwe. Zeynep, wiha berdewam kir: “Min ev kofî gava zewicîm da serê xwe û hê jî min dernexistiye. Ev kevneşopî û parçeyek ji çanda me ya lixwekirinê ye ku em hê jî hewil didin wê biparêzin. Dîya min, amojin û hemû jinan berê  kofî didan serê xwe. Berê me dora wê hemû zêr û zîv dikir. Bi ser wê de jî me kitan dida serê xwe. Me kofî dirût û zêr pêve dikirin. Di binî de jî Binî de jî kum heye û li ser jî şar (çît) ango şemil heye.” 
 
Rêbaza çêkirina Kofiyê
 
Rêbaza çêkirina kofiyê wiha ye: Kofî di hunandinê elbika ku ji text tê çêkirin tê hûnandin û di nav wê de qedîfeye heye. Perçeyên bi reng wekî heft guliyên por bi kofîyê ve tên girêdan. Herwiha bere li her kofîyê herî kêm nîv-zêr hatiye pêvekirin. Li gorî rewşa malbatan li hin kofîyan 24 zêr jî hatine pêvekirin. Hinek jî ji vê hejmarê kêm an zede ne. Li Kurdistanê kofî herî zede ji aliye jinan ve hatiye bikaranîn. Berê piranîya jinên Kurd  kofî dane serê xwe.