Cejna Yekşema Şeanîna

  • 09:03 14 Nîsan 2019
  • Çand û Huner
Sorgul Şêxo-Ronîda Hacî
 
HESEKÊ - Di kevneşopiyên Xirîstiyanan de gelek cejin ên bi wate û xwedî dîrok û bûyerek cuda hene. Yek jê (Ehed El-Şeanîn)ango Yekşema Şeanîna ye. 
 
Di cîhanê de, Xirîstiyan xwedî dîrok û şaristaniyeke kevnar e . Xiristiyan her çiqas bi komkujiyan rû bi rû mabin jî soza tolhildanê û domandina jiyaneke aştiyane dan. Wekî her baweriyan di baweriya xiristiniyê de jî têgehên pîroz hene. Ji van têgehan yek Cejna Yekşema Şeanîna.
 
Yekşema Şeanîna çi ye?
 
Şeanîn (Usna) gotineke ku bingeha xwe ji zimanê Yûnanî girtiye û tê wateya Yezdan ango yezdan temam e. Usna wekî tratîlan olî de di dêrê de tê gotin. Yekşema 14'ê Nîsanê Yahûdiyan Mesîhê Xirîstiyanan wekî Padîşah li Orşelîmê Qudisê pêşwazî kirin da ku Yahûdiyan ji desthilatdariyê Romanan rizgar bike, lê Mesîh ,ev yek qebûl nekir. Lê pir dilşad bû dema ku dît ku ewqas gel li hêviya wî bûn û wekî padîşah di dilê wan de cih girtiye. Gel bi şaxên Zeytûnê û şaxê dara Xurmeyan pêşwaziya karwanê Mesîh kirin. Êdî ji wê rojê de jî bi vî rengî li tevahî cîhanê tê bîranîn û pîrozkirin. Yekşema Şeanîna di demên berê de bi gelek navan wekî (Yekşema Hêja) her wiha (Yekşema Serşuştinê) û (Yekşema Şaxan) dihate nasîn.  
 
Hefteya Êşê!
 
Gel bi jin û zarokan ji 7'ê Nîsanê heta 14'ê Nîsanê rojiyê digrin û ji vê hefteyê re (Hefteya Êş ê) tê gotin. Qeşeyê Dêrê di merasîmên ango qidasên xwe ku li Dêrê li dar dixin şaxên Zeytûnê û şaxên dara Xurmeyê li gel pîroz dike.
 
Cejna Yekşema Şeanîna li Sûriyeyê çawa tê pîroz kirin?
 
Gel bi jin, zarok, dapîr û zarokên nû hatine cîhanê sere sibehê di demjimêra 08:30'an de berê xwe didin Dêra ku li bajar ango gundên xwe û dest bi qidas dikin. Gel kincên spî û zarok kincê bûkan û zarokên kur kincê zavan li xwe dikin. Paşê zarok û mezin findan pê dixin bi hêviya ku cejin bibe wesîleya aştiyê li tevahî Sûriyeyê. 
 
Hêjayî gotinê ye ku di 14'ê Nîsanê de rojiya Hefteya Êşê bi dawî dibe û cejinê pîroz dikin.