Tirkiye êrîşên xwe zêde dike

  • 17:49 22 Teşrîna peyêne 2022
  • NAROJANE
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her ku diçe zêde dibin. 
 
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her ku diçe zêde dibin. Gelek herêm hemwext tên bombekirin.
 
Dewleta Tirk gundê Siftek ê rojavayê Kobanê û gundê Qeremox ê rojhilatê Kobanê bombebaran kir. Di êrîşan de bi taybetî navenda tenduristiyê ya gundê Qeremox bû hedef. Şeva 19-20’ê Mijdarê li Kobanê nexweşxaneyeke Kovîd-19  bû hedefa bombeyan û nexweşxane rûxiyabû.
 
Êrîşên li gelek herêman bênavber dewam kirin, li gorî saeta herêmî saet 15.40'an li Kobanê gundên Zormixar, Ziyaretê û Çariqlî careke din hatin bombekirin.
 
Li Tirbespiyê
 
Dewleta Tirk hemwext bi êrîşên li Kobanê re êrîşên xwe yên li Tirbespiyê jî zêde kirin. Balafireke bê mirov gundê Gir Dahol ê dikeve başûrê rojavayê Tirbespiyê bombe kir. Her wiha cihekî qada petrolê ya El Ode du caran hate bombebarankirin, gundê Lêlan û qadeke petrolê ya nêzî Gir Daholê jî hatin bombebarankirin.
 
Êrîşî Qamişloyê kirin
 
Dewleta Tirk 3 hawan avêtin gundê Alîfero ê Qamişloyê. Di êrîşê de tiştek bi kesî nehat.
 
Li Dêrazorê êrîşên hewayî
 
Herêma Dêrezorê jî bû hedefa êrîşan. Gundê Mekmen ê 70 kîlometre dûrî sînor e, 5 caran ji aliyê balafirên şer ve hate bombekirin.
 
Li Tilt Temirê bombebaran
 
Li gorî saeta herêmî saet 15.50’an balafirên şer ên dewleta Tirk gundên Til Leben, Gûzeliyê û Til Tewîl ên rojavayê Til Temirê bombe kirin.
 
Top avêtin gundê Amûdê
 
Hemwext bi topan li gundên Şorikê, Haside û Til Kefe yên bajarê Amûdê dan.