Tirkiye êrîşên xwe zêde dike 2022-11-22 17:49:53       NAVENDA NÛÇEYAN - Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her ku diçe zêde dibin.    Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her ku diçe zêde dibin. Gelek herêm hemwext tên bombekirin.   Dewleta Tirk gundê Siftek ê rojavayê Kobanê û gundê Qeremox ê rojhilatê Kobanê bombebaran kir. Di êrîşan de bi taybetî navenda tenduristiyê ya gundê Qeremox bû hedef. Şeva 19-20’ê Mijdarê li Kobanê nexweşxaneyeke Kovîd-19  bû hedefa bombeyan û nexweşxane rûxiyabû.   Êrîşên li gelek herêman bênavber dewam kirin, li gorî saeta herêmî saet 15.40'an li Kobanê gundên Zormixar, Ziyaretê û Çariqlî careke din hatin bombekirin.   Li Tirbespiyê   Dewleta Tirk hemwext bi êrîşên li Kobanê re êrîşên xwe yên li Tirbespiyê jî zêde kirin. Balafireke bê mirov gundê Gir Dahol ê dikeve başûrê rojavayê Tirbespiyê bombe kir. Her wiha cihekî qada petrolê ya El Ode du caran hate bombebarankirin, gundê Lêlan û qadeke petrolê ya nêzî Gir Daholê jî hatin bombebarankirin.   Êrîşî Qamişloyê kirin   Dewleta Tirk 3 hawan avêtin gundê Alîfero ê Qamişloyê. Di êrîşê de tiştek bi kesî nehat.   Li Dêrazorê êrîşên hewayî   Herêma Dêrezorê jî bû hedefa êrîşan. Gundê Mekmen ê 70 kîlometre dûrî sînor e, 5 caran ji aliyê balafirên şer ve hate bombekirin.   Li Tilt Temirê bombebaran   Li gorî saeta herêmî saet 15.50’an balafirên şer ên dewleta Tirk gundên Til Leben, Gûzeliyê û Til Tewîl ên rojavayê Til Temirê bombe kirin.   Top avêtin gundê Amûdê   Hemwext bi topan li gundên Şorikê, Haside û Til Kefe yên bajarê Amûdê dan.