‘Divê berxwedan bidome’

  • 09:04 2 Kanûn 2024
  • Rojane
Gulîstan Gulmuş
 
DÊRSÎM - Hatîce Şeker der barê qeyûmê tayînê şaredariya Dêrsîmê hatiye kirin de nirxandin kir û wiha got: “Li dijî qeyûman deng neyê derxistin wê mudaxaleyî gelek qadên bê kirin. Ji bo pêşî li vê bê girtin divê ji vê hawira tirsê xilas bûn hebe. Di vî alî de divê berxwedan bidome.”
 
21’ê Mijdarê de qeyûm tayînê şaredariya Dêrsîmê hat kirin. Piştî qeyûm çalakî û berxwedan pêk hat. Li dijî qeyûman ji bajarên cuda serdanên piştevaniyê hatin kirin. Yek ji van aktîvîsta Kongrey Îslamî ya Demokratîk (DÎK)  Hatîce Şerker ya di komîsyona bawerî û gelan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de xebatan dimeşîne bû. Hatîce Şeker bi lêv kir ku piştevanî girînge û der barê qeyûman de nirxandin kir.
 
‘Çima em diçin hilbijartinan’
 
Hatîce Şeker bi lêv kir  ku desthilatdariya AKP’ê dibêje ‘di serdema mîlenyumê de ne’ lê di alî demokratîk de di asta herî jêr de ne û bertek nîşanê qeyûman da.Hatîce Şeker wiha dirêjî dayê: “Em bi hikûmeteke ku di her alî de daketiye asta herî jêr re rû bi rû ne. Ji ser polîtîkayên zext û zilmê hewl dide gel biçewisîne û hawire tirsê biafirîne. Ji bo gel bê nasname bê îrade bihêle  xebatan dimeşîne. Em ê her tim li dijî polîtîkayan têbikşin. Pêkanîna qeyûm xesp û talane, diziye. Madem bi polîtîka qeyûm dimeşînî wê demê çima hilbijartinan dikî. Çima em xwe dixapînin, çima meclîsek me heye?”
 
‘Her carê em hilbijartinan qezenc dikin’
 
Hatîce Şeker anî ziman ku li dijî qeyûman îradeya gel her tim mayînde ye û wiha vegot: “Qeyûm derbasdarin em mayînde ne. Em ê berxwedanê bidomînin. AKP-MHP cihên winda kiriye bi xespkirinê didize. Em axa Seyîd Rizane. Dêrsîm xwedî çandek qedîme û parçeyek Kurdistanê ye. Seyîd Riza got ‘Min li dijî xîleyên we biser nexist lê min serî jî netewand.’ Gelê Dêrsîmê berxweda, wê berxwe bide. Îro Dêrsîm e, sibê Amede û roja din Agiriye. Gelê Kurd bi berxwedanê bersiv daye vê zilmê. Gelê Kurd her tim di hilbijartinan de bi serketiye.” 
 
‘Divê berxwedan bê domandin’
 
Hatîce Şeker di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Li dijî qeyûman deng neyê derxistin wê mudaxaleyê gelek qadên bên kirin. Ji bo pêşî li vê bê girtin divê ji vê hawira tirsê xilas bûn hebe. Di vî alî de divê berxwedan bidome.”
 
 

Etîketan:

qeyum