Berdevka TJK-E'yê: Wê dem cidiyeta Tirkiyeyê nîşan bide

  • 09:04 17 Çile 2025
  • Rojane
Melek Avci
 
ENQERE - Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan polîtîkayên qirkirinê yên Tirkiyeyê û nîqaşên rojane  nirxand û got: “Li aliyekî qirkirin tê ferzkirin li aliyê din jî diyalog û aştî tê ferzkirin. Çiqas cidî ne wê dem nîşan bide.”
 
 Kampanya ‘ji Abdullah Ocalan re azadî ji pisgirêka Kurd re çareserî’ ya di 10’ê cotmeha 2023’an de ji aliyê kurd û dostên Kurdan ve hat destpêkirin didome. Şandina nameyan, rojên xwendinan, mîtîng û panel deriyên Îmraliyê vekirin. Lê ji bo gavên hîn şênbertir bên avêtin berxwedan didome.
 
Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan der barê pêngavê de û nîqaşên nû de nirxandin kir.
 
‘Komkujî û komplo girêdayê hev in’
 
Ayten Kaplan bal kişand ser meşa ji bo bîranîna sê jinên Kurd ên li Parîsê hatin qaetiklirin û wiha got: “Ji bor pêvajo ronî bibe em hewl didin. Me 11’ê Çile de meşek li Parîsê pêk anî. Em li pey edeletê ne. Me dest jê bernedaye. Me xwest em bibîr bixin. Ev girînge. Tevlibûn pir baş bû. Welatên dur jî li cihê diman çalakî û bername pêk anîn. Li Kanada, Avusturya, îngîlîtsan û Kibris çalakî pêk hatin.di komkujiyê de berpirsyariya îstîxbarata Tirk heye. Me dogt divê ev wisa bê dest girtin. Komkujî û komplo girêdayê hev in.”
 
‘Li aliyekî qirkirin li aliyekî diyalog’
 
Ayten Kaplan  wiha dirêjî dayê: “Di rewşa heyî de îro li aliyekî qirkirin tê ferzkirin li aliyê din jî aştî û diyalog tê ferzkirin. Wê dem nîşan bide ku çiqas cidîne. Di pêvajoya berê ya diyalogê de sê hevalên me hatin qetiklirin. Divê wisa bê nêrîn. Hevala me pêşenga tevgera jinên Kurd bû. Dewleta Tirk ji Sakîneyê şûnde gelek qetilkirinên jinan ku bi armanca pêşî li têkoşîna jinan bigire pêk anî.Mînak li qadên cuda hevalên me bi SÎHA’yan qetilkirin.”
 
‘Pêngavê hêz da gelek aliyan’
 
Ayten Kaplan bal kişand ser banga Devlet Bahçelî û got ev tengezarbûna dewletê nîşan dide û wiha dirêjî da axftina xwe: “Pêngav rast bû, dema xwe de bû û bi gava hat avêtin re zextên derketin holê jî hebûn. Şandina nameyan, hevdîtin, çalakiyên girseyî bi tevlibûna enternasyonalîk û derdorên cuda pêngav berfireh bû. Pêngavê hêz da gelek aliyan. Di pêngavê de hat gotin ku ev doza mafdar a gelê Kurd û divê pisgirêka Kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin û muxatab jî birêz Ocalane.”
 
‘Qonaxa duyemîn azadî ye’
 
Ayten Kaplan di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Herî dawî Konseya Ewropayê di beriyara xwe de salek da Tirkiyeyê; heta îlona 2025’an guhertina şertên tecrîdê bû û ji mafê hêviyê fêde girtin bû. Di vê nokteyê de di encama zextand e gav hat avêtin. Encama vê jî zelal bû û ketin tengezariyê. Dema ketin tengezariyê gavek wisa avêtin. Ewil malbatê hevdîtin kir û pişt re jî ji DEM Partiyê heyetek çû. Peyamên ku heyetê anîn hebûn. Ev erênî ne ji ber gavên ewil in.Lê em li Tirkiyeyê dinêrin daxuyanî cuda ne. Terz diyare, bendewarî diyare. Serokatî ji nûve tîne rojevê. Ji bo azadiya zarokatiyê xebatên me wê bidomin. Qonaxa duyemîn a pêngavê wê azadiya serokatiyê be.”
 
‘Li pêş me planek tije heye’
 
Ayten Kaplan daxuyakirin ku desthilatdarî li aliyekî gotinên aştiyê tîne ziman û li aliyê din jî êrîşê Rojava dike qeyûmtan tayîn dike û got: “Ev nakokiye. Dewlet di vê mijarê de çareseriyê bixwaze divê hêza xwe ji başuk bikşîne,li  Bakur dest ji polîtîka qeyûman berde. Em ê pêvajoyê bimeşînin û piştgiriyê bidin. Li pêş me plana xebatek tije heye. 25’ê Çile salvegera rizgariya Kobanê ye. Li pêş me 15’ê Sibatê heye. 8’ê Adarê heye. Em ê xebatên xew bi çalakî û bernameyan bidomînin.”