‘Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî bê sûcin’

  • 19:43 17 Çile 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên girtî yên li girtîgeha Lakan li Reşit ragihand ku ew nerazîbûna xwe nîşanê cezayê darvekirinê Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî hatiye birîn, dan û gotin: “Daxwaz dikin ku piştgiriyê bibin ji bo rawestandina cezayê darvekirinê.” 
 
Nerazîbûnên li dijî darvekirina girtiyên siyasî Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî yên ji aliyê rejîma Îranê ve her diçe zêde dibe. Îro 5 jinên girtî yên li Girtîgeha Lekan a li Reşit û endamên Kampanya ‘Roja Sêşemê na ji bo  darvekirinê’ peyamek dan.
 
Di peyamê de cezayê darvekirinê ya rejîma Îranê hate şermezarkirin û ev hate gotin: “Em fikarên  xwe yên derbarê zêdebûna cezayê darvekirinê parve dikin bi taybet ji bo girtiyên bê guneh ên weke Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî, Mûcahîd Kurkur, MEhdî Hesenî û Bêhrûz Îhsanî.”
 
Her wiha jinan banga piştevaniya xurtir ji bo kampanyayên dawîkirina cezayê darvekirinê jî kirin.