17'ê Îlona 2020'î: Li Kobanê jin li dijî tundiyê meşiyan

  • 09:02 17 Îlon 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Li Kantona Kobanê di pêşengiya jinên ciwan de di 17'ê îlona 2020'î de li dijî tundiya li jinê meş hat lidarxistin û jinan bal kişand ser revandinê.
 
Li Kantona Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê li Herêma Firatê  Rêxistina Jinên Ciwan, li dijî tundiya li jinê meş pêk anîn. Bi meşa ku ji Qada Jina Azad hat destpêkirin û heta Qada Şehîd Egît berdewam kir, jinan bal kişandin ser tundiya li herêmên ji aliyê dewleta tirk ve hatine dagirin a li jin û zarokan.
 
Di dîrokê de hin bûyerên girîng ku îro pêk hatine wiha ne:
 
1916: Nivîskara Emerîkayî Mary Lady Stewart, îro ji dayik bû. Pirtûkên helbestê û yên zarokan ên Mary hene. Her wiha romanên wê yên lehengên maceraperest di nava xwe de dihewînin jî hene. Mary bi seriya xwe ya "Merlin" tê naskirin. Mary di 9'ê Gulana 2014'an de jiyana xwe ji dest da. 
 
1849: Aktîvîsta ku bi têkoşîna xwe ya li dijî koledariyê navê xwe li dîrokê nivîsand Harrîet Tubman, bi xwişk û birayên xwe re reviya. Harîet di heman demê de ji bo jin mafê xwe yê bijartinê bi dest bixin jî têkoşîn da û ji ber van hewldanên xwe bi caran hat îşkencekirin.
 
1948: Antropologa yekem a jin a Emerîkî ku serokatiya Komeleya Antropolojiyê ya Emerîkayê jî kir, Ruthî Fulton Benedîct îro jiyana xwe ji dest daye.
 
2020: Tevgera Jinên Azad (TJA) bi çarçoveya Kampanya xwe ya di 15'ê Îlonê de ya "Em xwe diparêzin" çalakiya xwe ya yekemîn li dar xist, jinan bi vê kampanyayê re li Îzmîr, Riha, Colemêrgê û li gelek bajaran bi rengên xwe û dirûşmên xwe li qadan hatin gel hev.
 
2022: Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê bi hezaran kes, li dijî talankirina ekolojiyê, şer û tecrîdê ber bi Çiyayê Cûdiyê ve meşek li dar xistin. Girseya li qada Milga Şantiyeyê kom bû demeke dirêj bertek nîşanî texrîbata xwezayê da. Welatiyên li vir govend gerandin li dijî talan, şer û tecrîdê dirûşm berz kirin. 
 
Leşkeran bi wesayetên zirxî hemû rê girtin û gotin ew ê ji bo vê meşê destûr neyê dayin. Lê belê welatiyan ji bo meşê israr kirin. Demeke dirêj hevdîtin hat kirin lê belê destûr ji bo meşê nehat dayin. Leşkeran bi avê û bombeyên gazê êrişî girseyê kirin. Welatiyên li vir bertek nîşanî vê helwestê dan û heta nokteyekê meşiyan. Li vir çalakiya rûniştinê li dar xistin. Welatiyên li vir tevî êrişê belav nebûn û dirûşmên "Bijî Serok Apo","Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne","Em ê bi serhildanê bi ser bikevin","Bê Cûdî jiyan nabe","Wê Kurdistan ji faşîzmê re bibe mezel" berz kirin.