'Tenduristî bingeha jiyanek aram e'

  • 09:02 30 Cotmeh 2018
  • Tenduristî/Werzîş
Rojda Seyid Xan-Şêrîn Zêrevan
 
QAMIŞLO - Şagirtên Akademiya Tenduristiyê ya Rojavayê Kurdistanê derbarê tenduristiya civakê de nêrînên xwe anîn ziman û gotin:"Ji bo em di warê tenduristiye de xizmetek baş ji civakê re bikin em hewl didin. Çimkî tenduristî bingeha jiyanek aram e."
 
Piştî Şoreşa Rojava gelek xebatên civakî hatin kirin. Yek ji van xebatana qada tenduristiyê ye. Şagirtên Akademiya Tenduristiyê ya Rojavayê Kurdistanê derbarê tenduristiya civakê de bi lêv kirin ku xebatên di warê tenduristiyê de ji bo siberoja civakê gelek girîng in û gotin:"Kesên ku li tenduristiya xwe ne miqate bin nikarin jiyanek aram û xweş bijîn. Loma divê em di destpêkê de li tenduristiya xwe xwedî derkevin û di vî warî de hişmendiya xwe pêş bixin. Armanca me ew e ku em civakek ku tenduristiya wê baş be ava bikin."
 
'Em ê hêz û xebatên xwe mezintir bikin'
 
Endama Rêveberiya Akademiya Tenduristiya Rojavayê Kurdistanê û xwendekara sala duyemîn Perwîn Rêber diyar kir ku di nava akademiyê de 25 bijîşk cihên xwe digirin û wiha got:"Bijîşkên ku di nava akademiyê de cihê xwe digirin xebatên wekî semîner, dersdayin, pêşxistina hişmendiya civakê dikin. Têkiliya di navbera bijîşkan gelek xurt in û ji bo tenduristiya civakê têdikoşin. Em ê hêz û xebatên xwe mezintir bikin. Ji bo vê yekê jî em xebatên kolektîf dikin. Em dixwazin hemû kes ji bo tenduristiya xwe û ya civakê her dem di nava hewldanê de bin."
 
'Tenduristî bingeha jiyanek aram e'
 
Her wiha şagirta bi navê Lajîn Yûsif jî wiha got:"Li hemû cîhanê divê mijara tenduristiyê her dem di rojevê de be. Çimkî mijara tenduristiyê mijarek jiyanî ye. Heta ji me tê em hewl didin ku ev di rojevê de bimîne û hişmendiya mirovan di vî warî de pêş bikeve. Ji bo em di warê tenduristiyê de xizmetek baş ji civakê re bikin em hewl didin. Çimkî tenduristî bingeha jiyanek aram e. Kesên ku li tenduristiya xwe ne miqate bin nikarin jiyanek aram û xweş bijîn. Loma divê em di destpêkê de li tenduristiya xwe xwedî derkevin û di vî warî de hişmendiya xwe pêş bixin. Armanca me ew e ku em civakek ku tenduristiya wê baş ava bikin."