Bi kesên cigarê dikşînin re rîska felcê 5 kat zêdetir e

  • 09:08 29 Cotmeh 2018
  • Tenduristî/Werzîş
NAVENDA NÛÇEYAN - Nexweşiya felcê ku di nav sedemên mirinê de di rêza sêyemîn de cih digire, derket holê ku bi kesên ku cigarê dikşînin re zêdetir dertê holê. Pisporan da zanîn ku kesên cigare berdane jî di 5 salan de rîska wê pir zêde kêm dibe.
 
Li Tirkiyeyê salê nêzî 200 hezar bûyerên felcê tên dîtin û di nav sedemên mirinê de jî di rêza sêyem de cih digire. Di encama ku damarên mêjî ji ber sedemekê bixetime, kes nikare tev bigere, hîs bike û hinek taybetiyên xwe winda dike. Ev jî felca mêjî ye. Bi wesîleya 29’ê cotmehê Roja Felcê ya Cîhanê Prof. Dr. Îbrahîm Halîl Kurt, der barê faktorên rîskê de ev agahiyên girîng dan û wiha got: “Kalbûn-pîrbûn, zayend, tansiyona bilind, diyabet, kolestrola bilind, çîroka malbatî, jiyana bê tevger, zêdebûna kîlo, bikaranîna cigarê sedemên destpêka nexweşiya dil e. Kesên felç dibin ji 4’an 3 nêzî temenê 60’î ne. Rîska felcê piştî 60 saliyê di her 10 salan de du qat zêde dibe. Bi mêrên di ser temenê 55’yî de li gorî jinan zêdetir ev nexweşî tê dîtin.”
 
Halîl di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku basinca xwîna bilind, kolestrola bilind û cîgare sedemên herî bi rîsk ên felcê ne û bi vê re jî bi temenê pêş ketî re rîska atriyal fîbrîlasyon zêde dibe.
 
Kesên cigarê dikşînin zêdetir di bin rîskê de ne
 
Her wiha Halîl balkişand ser kesên cigarê dikşînin û destnîşan kir ku kesên cigarê dikşînin 5 qat zêdetir di bin rîskê de ne.