Weqfa Jina Azad û Lijneya Tenduristiyê hevpeyman îmze kir

  • 14:16 26 Îlon 2018
  • Tenduristî/Werzîş
QAMIŞLO -  Ji bo dema pêş ya kar û xebata tendirustiya jinê. Di navbera Weqfa Jina Azad a Rojava û Lijneya Tendirustiyê de hevpeymanek hat îmzekirin. 
 
Bi armanca anîna bijîjkên zayinê Weqfa Jina Azad a Rojavayê Kurdistanê  û Lijneya Tendirustiyê ya giştî hevpeymanek îmze kirin. Di hevpeymanê de tê daxwazkirin ku ev her du sazî di navbera xwe de hevpeymanekê ya bi giranî derbarê pirsgirêkên nexweşiya jinê de ne, bê îmzekirin. Ev peyman dê rê li pêşiya hatin bijîşkan veke. 
 
Endamên Weqfa Jina Azad ên Rojavayê Kurdistanê dibêjin ku me dît ku li Rojava, di van her dû mehên derbasbûyî de bijîşkên zayîna zarokan kêm in. Ji ber vê yekê jî me pêwistî bi îmzekirin  hevpemana di navbera xwe û Lijneya Tendirustiyê yê de dît. 
 
Endamên Weqfa jinên azad anîn ziman ku heta Rêxistinên Tenduristî yên Cîhanî jî divê ku giringiyê bidin vê mijarê û li ser vê projeyê bisekinin.
 
Pîştî îmzekirina vê hevpeymanê tê payin ku alavên tendirustiyê yên nexweşxaneya zayina jinê jî zêde bibin.