Projeya ku civakê nexweş dike: Nexweşxaneyên bajar

  • 09:35 25 Îlon 2018
  • Tenduristî/Werzîş
Habîbe Eren
 
ENQERE - Bi nexweşxaneyên bajar yên tê plankirin li Etlîk û Bîlkentê bên vekirin re li Enqereyê gelek nexweşxaneyên cemawerî wê bên girtin. Hevseroka Giştî ya SES’ê Gonul Erden projeya Nexweşxaneyên Bajar wek ‘hevkariya dewlet û sermayê’ bi nav kir û got îro çawa desthilatdariya siyasî krîza birêvebirinê dijî, di qada tenduristiyê de jî heman krîz tê jiyîn.
 
Li Bîlkent a Enqereyê bi kapasîteya 3 hezar û 804 nivîn, li Etlîkê jî bi kapasîta 3 hezar û 566 nivîn, du nexweşxaneyên mezin wê bên çêkirin. Di encama nexweşxaneyên tên plankirin çêbibin de wê ji 12’yî zêdetir nexweşxaneyên cemawerî bên girtin.
 
Hevseroka Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) Gonul Erden der barê nexwexaneyên bajar de axivî.
 
‘Ev nexweşxane bi hevkariya dewlet û sermayeyê tên çêkirin’
 
Gonulê diyar kir ku ev nexweşxaneyên bajar bi hevkariya dewlet û sermayê tên çêkirin û got: “Çavkaniyên cemawerî pêşkêşî sermayedaran tê kirin. Li Edene, Mersîn, Yozgat, Isparta û Qeyseriyê jî nexweşxaneyên bajar hatin çêkirin. Mixabin niha projeyên gelek nexweşxaneyên bajar yên din hene. Tê plankirin li Bîlkent û Etlîka Enqereyê jî nexweşxaneyên bajar bên vekirin. Bîlkent wê di 2018’an de bê vekirin. Dîsa dibêjin wê li Eskîşehîr, Manîsa û Xerpêtê jî nexweşxaneyên bajar bên vekirin. Serokomar Tayyîp Erdogan projeyên nexweşxaneyên bajar wek ‘xeyalên xwe’ vegotibû.”
 
‘Ji wan nexweşxaneyan şifa payîn ne pêkane’
 
Gonulê bi lêv kir ku di 5 nexweşxaneyên heta niha vebûne de gelek pirsgirêk tên jiyîn û pisgirêkên wê wiha vegot: “Me pêkane em şifayê ji van nexweşxaneyan bipên. Ji xwe bendewariyek me jî tune. Berovajî vê ev nexweşî pisgirêkên tenduristiyê zêde dikin. Ev nexweşane ji derveyê bajarin û welatî di alî veguhestinê de pisgirêkên cidî dijîn. Hîna ji bo kal û pîran. Hemû nexweşxaneyên nav bajar digirin û li derveyê bajar di kampusan de kom dikin. Di randevuyê de jî pirsgirêk tên jiyîn. Şert û mercên giran li xebatkarên tenduristiyê tên ferzkirin. Ligel vê serî nexweşî 5 deqe dema dermankirinê dikeve. Di vê projeya nexweşaneyên bajar de hevkariya dewlet û sermayê derket holê. Ev proje li ser karê tê pêkanîn. Em diparêzin ku her kes bi awayekî wekhev ji mafê tenduristiyê fêdeyê bigire, bi zimanê dayikê xizmetê bigirin. Lê mixabin dema ‘bi qadî pereyê de mafê tenduristiyê’ dest pê kiriye. Modela xebitandina taşeron zêde bûye. Ji ber kêmbûna kedkarên tenduristiyê barê kar zêde bûye. Ji ber mezinbûna nexweşxaneyên bajar jî pirsgirêk tên jiyîn.”
 
‘Kedkar wê nikaribin bên cem hev’
 
Gonulê destnîşan kir ku di nexweşxaneyên bajar de êdî wê karker jî neyên cem hev û got: “Kes tên îzolekirin. Pêlik tune ye. Bi asansorê çûyîn û hatin çêdibe. Pergala niha heye, di esasê de nikare xwe bimeşîne. Ev desthilatdariya siyasî ku çawa pisgirêka birêvebirinê dijî, di qada tenduristiyê de heman kaosê dijîn. Nexweşxaneyên dewletê yên hatine girtin divê ji nûve bên vekirin û divê projeyên nexweşxaneyên bajar bê betalkirin.
 
Bi vekirina nexweşxaneyên Bajar yên Bîlkent û Etlîk re nexweşxaneyên tên girtin wiha ne:
 
*Nexweşxana Lêkolîn û Perwerdê ya Numune,
 
*Nexweşxana Lêkolîn û Perwerdê ya Dişkapi,
 
*Nexweşxana Îhtîsas a Bilind ya Tirkiyeyê,
 
*Nexwexana Lêkolîn û Perwerdê ya Onkolojiyê ya Enqereyê,
 
*Nexweşxana Lêkolîn û Perwerdê ya Nexweşî û Tenduristiya Jinan a Dr. Zekaî Tahîr Burak,
 
*Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Nexweşî û Teunduristiya Zarok û Welîdîna Jinan a Dr. Samî Ulus,
 
*Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Ataturk,
 
*Nexweşxana Lêkolîn û Perwerdê ya Etlîk a Zubeyde Hanim,
 
*Nexweşxana Gazî Mustafa Kemal,
 
*Nexweşxana Dewletê ya Ulus,
 
*Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Rehabîlîstasyon û Dermankirina Fîzkî ya Enqereyê,
 
*Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Çavan a Ulucanlar,
 
*Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Zarokan a Dişkapi.