Dr. Esma Seyîd Remedan: Sezeryan ji bo rewşên awarte ye

  • 09:07 20 Îlon 2018
  • Tenduristî/Werzîş
Rûken Goman 
 
GIRKÊLEGÊ - Doktora zayînê Esma Seyîd Remedan,  derbarê emeliyata sezeryanê de agahî dan û wiha got "Heya em wekî doktor nebînin ku jiyana dayik û zarokê dikeve xeteriyê em emeliyata sezeryanê nakin û pêşniyar jî nakin. Ji ber ku karê doktoriyê karekî wijdanî ye û jiyana nexweşên me di destên me de ye,  dive ku em jiyana wan biparêzin." 
 
Yek ji rêbazên  ku jin tê re derbas dibin ew e ku dema jın dûcanî dibin emeliyata sezeryanê ye. Her jin di roja me ya îro de derberê xwe de dikare biryara xwe bide. Lê hin caran ji ber zanebûna kêm û propagandaya kapîtalîstan a sezeryanê jin dikarin derbarê xwe de biryarên şaş ên weke emelyata sezeryanê jî bidin.  Lê ev emeliyat gelek caran jiyana dayik û zarokê dike xeteriyê. Ji bo baştir ev rêbaza sezeryanê bêhtir were nasîn û bandora wê ya neyînî li ser jinê were fêmkirin doktora jin Esma Seyîd Remendan nirxandinên girîng kirin. 
 
'Welidandina xwezayî ji sezeryanê baştir e' 
 
Doktora zayînê Esma Seyid  Remedan derbarê emeliyata sezeryanê de agahî dan û wiha got: "Emeliyata sezeryanê yek ji rêyên ku zarok bi emeliyatê tînin dinê ye. Sedemên vê emeliyatê jî zêde ne.  Hin caran li gorî daxwaza dayikê tê kirin û hin  caran jî ji ber ku jiyana zarok û dayikê dive xeteriyê tê kirin. Yanî ev emeliyat di eslê xwe de ji bo rewşên acîl û taybet e. 
Dema ku jin demek dirêj zarok ne anî be û nikaribe bi rêya xwezayî zaroka xwe bîne dinê em vê emeliyatê dikin. Yan jî tansiyona dayikê bilind be, xwîna dayikê zêde biçe em bi sezeraynê zarokê digirin. Li gorê exlaqê doktoriyê dive ku em her tiştî bikin ji bo ku dayik û zarok xelas bibin. Lê heya deqeya dawiyê em dixwazin ku zarok bi rengekî xwezayî ji dayika xwe bibe.”
 
'Xeteriya sezeryanê li ser jiyana dayik û zarokê'
  
Esmayê, bal kişand ser bandora sezeryanê ya li ser jinêû wiha domand: "Helbet ev  emeliyat jî bandoriya wê li ser jinê heye. Piştî emeliyatê jin gelek êşê dikişîne. Carnan  birîna wê vedibe, yan jî hinek dayik ji bencê ranabin û jiyana xwe ji dest didin. Malzaroka dayikê tê dirandin îhtîmal heye ku careke din dûcanî nebe jî. Her wiha bandora wê li ser zarok jî heye;  dibe ku nefesa zarokê ne normal be û zarok jî jiyana xwe ji dest bide. Carnan roviyên dayikê nema dixebitin jî. Ev hemû jî dibin sedem ku dayik yan jî zarok jiyan xwe ji dest bide.” 
 
'Karê doktoriyê karekî exlaqî û wijdanî ye'
  
Esmayê di dawiya axavtina xwe de da zanîn ku hişmendiya civakê ya baviksalarî dibe sedem ku gelek caran doktor ji exlaqê doktoriyê dûr bikevin û wiha axavtina xwe domand: "Di roja me ya îro de gelek jin hene  dixwazin emeliyata sezeryanê bibin, ji bo ku ji êşa welidandina xwezayî xelas bibin. Gelek jin serlêdanê jî dikin, lê wekî exlaqê doktoriyê rola me girîng e. Divê ku em xeteriyên sezeryanê bi jinan bidin famkirin. Dema ku şertên welidandineke xwezayî hebe em tu caran dive ku rê nedin sezeryan were kirin. Ji ber ku karê doktoriyê karekî wijdaniyî ye. Jiyana mirovan di nav destê me de ye. Em ji dayikê re dibêjin welindandina xwezayî pir başe. Divê em ji bîr nekin ku gelek doktor jî hene ne li gorî exlaqê dixtoriyê tevdigerin, li gorî berjewandiyên xwe yên takekesî û kapîtalîstan tevdigerin. Em dibêjin ev tiştekî ne exlaqî ye û ne doktorî ye. Em biryarên rast didin ji bo ku jin bi xwezayî rehet bibe û li tendirustiya xwe balder be. Em hêvîdar in ku tu jin ji xwezaya xwe dûr nekeve. "