Li cîhanê hejmara kesên ji ber koronayê mirin bû 82 hezar û 125

  • 11:11 8 Nîsan 2020
  • Tenduristî/Werzîş
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Her ku diçe bîlançoya vîrûsa koronayê zêde dibe. Li cîhanê hejmara kesên ku bi vîrûsa korona ketine bû milyonek û 431 hezar û 13. Hejmara kesên ku bi virûsa korona jiyana xwe ji dest dane jî bû 82 hezar û 125. 
 
Li cîhanê hejmara kesên ku bi vîrûsa korona ketine bû milyonek û 431 hezar û 13. Hejmara kesên ku bi virûsa korona jiyana xwe ji dest dane daket 82 hezar û 125’an. Bi giştî 301  hezar û 326 kes jî sax bûne.
 
Li hinek welatan bîlanço wiha ye;
 
Emerîka: 399 hezar û 886 kes pê ketine. 12 hezar û 907 kesan jiyana xwe ji dest dane.
 
Îtalya: 135 hezar û 586 kes pê ketine. 17 hezar û 127 kesan jiyana xwe ji dest dane.
 
Spanya: 141 hezar û 942 kes pê ketine. 14 hezar û 45 kesan jiyana xwe ji dest dane.
 
Li Çînê ku virûs lê destpê kiribû, 82 hezer û 873 kes bi korona ketine, 3 hezar û 337 kesan jiyana xwe ji dest dane.
 
Fransa: 110 hezar û 70 kes pê ketine. 10 hezar û 443 kesan jiyana xwe ji dest dane.
 
Tirkiye: 34 hezar û 109 kes pê ketine û 725 kesan jiyana xwe ji dest dane.
 
Elmanya: 107 hezar û 663. kes pê ketine û 2 hezar û 16 kesan jiyana xwe ji dest dane.
 
Îran:  62 hezar û 589 kes pê ketine û 3 hezar û 872 kesan jiyana xwe ji dest dane.
 
Brîtanya: 55 hezar û 949 kes pê ketine û 6 hezar û 171 kesan jiyana xwe ji dest dane.
 
Belçîqa: 22 hezar û 709 kes pê ketine. 2 hezar û 35 kesan jyana xwe ji dest dane.
 
Hollanda: 19 hezar û 709 kes pê ketine. 2 hezar û 108 kesan jiyana xwe ji dest dane.
 
Swîsre: 22 hezar û 253 kes pê ketine. 821 kesan jiyana xwe ji dest dane.
 
Iraq: Heta niha hezar û 122 kes bi vîrusa Koronayê ketine, ji wan 65 kesan jiyana xwe ji dest daye, 373 kes jî baş bûne.