Li cîhanê hejmara kesên ji ber koronayê mirin bû 82 hezar û 125 2020-04-08 11:11:54     NAVENDA NÛÇEYAN - Her ku diçe bîlançoya vîrûsa koronayê zêde dibe. Li cîhanê hejmara kesên ku bi vîrûsa korona ketine bû milyonek û 431 hezar û 13. Hejmara kesên ku bi virûsa korona jiyana xwe ji dest dane jî bû 82 hezar û 125.    Li cîhanê hejmara kesên ku bi vîrûsa korona ketine bû milyonek û 431 hezar û 13. Hejmara kesên ku bi virûsa korona jiyana xwe ji dest dane daket 82 hezar û 125’an. Bi giştî 301  hezar û 326 kes jî sax bûne.   Li hinek welatan bîlanço wiha ye;   Emerîka: 399 hezar û 886 kes pê ketine. 12 hezar û 907 kesan jiyana xwe ji dest dane.   Îtalya: 135 hezar û 586 kes pê ketine. 17 hezar û 127 kesan jiyana xwe ji dest dane.   Spanya: 141 hezar û 942 kes pê ketine. 14 hezar û 45 kesan jiyana xwe ji dest dane.   Li Çînê ku virûs lê destpê kiribû, 82 hezer û 873 kes bi korona ketine, 3 hezar û 337 kesan jiyana xwe ji dest dane.   Fransa: 110 hezar û 70 kes pê ketine. 10 hezar û 443 kesan jiyana xwe ji dest dane.   Tirkiye: 34 hezar û 109 kes pê ketine û 725 kesan jiyana xwe ji dest dane.   Elmanya: 107 hezar û 663. kes pê ketine û 2 hezar û 16 kesan jiyana xwe ji dest dane.   Îran:  62 hezar û 589 kes pê ketine û 3 hezar û 872 kesan jiyana xwe ji dest dane.   Brîtanya: 55 hezar û 949 kes pê ketine û 6 hezar û 171 kesan jiyana xwe ji dest dane.   Belçîqa: 22 hezar û 709 kes pê ketine. 2 hezar û 35 kesan jyana xwe ji dest dane.   Hollanda: 19 hezar û 709 kes pê ketine. 2 hezar û 108 kesan jiyana xwe ji dest dane.   Swîsre: 22 hezar û 253 kes pê ketine. 821 kesan jiyana xwe ji dest dane.   Iraq: Heta niha hezar û 122 kes bi vîrusa Koronayê ketine, ji wan 65 kesan jiyana xwe ji dest daye, 373 kes jî baş bûne.