Rojanemeger hatin tahliyekirin
- 17:45 31 Çile 2025
- Rojane
STENBOL - 7 rojnameger û 2 siyasetmedarên ku ji 21’ê Kanûnê de girtîne bi tensîpê hatin tahliyekirin.
Di 21’ê Kanûna 2024’an de di çalakiya ji bo rojnameger Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn ên SÎHA’ya Tirkiyeyê hatibûn qetilkirin de 7 jê rojnameger 9 kes hatibûn binçavkirin. Rojnameger Gulîstan Dursun, Hayri Tunç, xebatkarên Rojnameya Yenî Yaşam Enes Sezgîn, Osman Akîn, Can Papila, edîtora Ajansa Etkîn (ETHA) Pinar Gayip, Nûçegihana Rojnameya Sendîkaya Têkoşîn Serpîl Unal û siyasetmedar Haci Ugiş û Îmam Şenol ku bi îdiaya "propagandaya rêxistina terorê kirine, bêyî çek beşdarê civîn û meşên derqanûnî bûne, tevî ku bi awayekî xweser belav nebûne" hatin girtin, ji girtîgehên lê girtîbûn hatin berdan.
Îdianameya der barê rojnamegeran de hatibû amadekirin di 27’ê Çile de ji aliyê 24’emîn Dadgeha Ceza Giran a Stenbolê ve hat qebûlkirin. Dadgeha ku dosya lêkolîn kir, biryara berdewamkirina şerta kontrola edlî û qedexeya derketian derve da û bi tensîpê tahliyeya rojnamegeran da. Yekemîn runiştina rojnamegeran 11’ê Nîsanê de ye.