Sofya Alagaş: Amadekariya qeyûm hebû bi talîmatê ceza dan
- 10:00 29 Çile 2025
- Rojane
SÊRT- Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş bi gotina, “Pirsgirêka qeyûman navenda dereweke mezin e" bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û wiha got: “Tirkiye pêşî gelê ku pê re dijî dixapîne, piştre ji hemû welatên cîhanê wekî ku xwedî demokrasiyê be xwe nîşan dide."
Danişîna doza Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş ku ji ber xebatên di dema rojnamegeriyê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, duh li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Dadgehê, 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da Sofya Alagaş. Wezareta Karên Hundir piştî cezayê Sofya Alagaşê, li Şaredariya Sêrtê qeyûm tayîn kir.
Sofya Alagaş a ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, li dijî tayînkirina qeyûm bertek nîşan da.
Sofya Alagaş, anî ziman ku qala tayînkirina qeyûman dihat kirin û diyar kir ku biryar bi lez û bez hat dayîn û duh jî ceza hat dayîn. Sofya Alagaş got, “Em dizanin amadekariya qeyûman hebû û bi talîmatan ev ceza dane. Ji 24 saetan şûnde qeyûm hat tayînkirin, beriya ku doz biqede tu biryareke bi hincet nehat nivîsandin û îtîraz nehat kirin. Ez hîna tê darizandin, biryara dawî tune. Lê hukûmetê ev yek wekî sedemek qeyûman bikar anî. Ew ji xwe re li behaneyekê digere û ji bo kesên ku dosya wan tune ye lêpirsînên nû vedike."
Sofya Alagaş da zanîn Tirkiye cîhanê dixapîne û wiha got:"Pirsgirêka qeyûman navenda dereweke mezin e. Tirkiye pêşî gelê ku pê re dijî dixapîne, piştre ji hemû welatên cîhanê wekî ku xwedî demokrasiyê be xwe nîşan dide."