Li dijî xespa îradeyê bertek: 3 kes hat binçavkirin

  • 09:55 29 Çile 2025
  • Rojane
  
 
SÊRT - Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Sêrtê hat kirin, şêniyên bajêr li ber şaredariyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. 3 kesên ku xwestin bikevin şaredariyê hatin binçavkirin.
 
Danişîna doza Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş ku ji ber xebatên di dema rojnamegeriyê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, duh li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Dadgehê, 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da Sofya Alagaş. Wezareta Karên Hundir piştî cezayê Sofya Alagaşê, li Şaredariya Sêrtê qeyûm tayîn kir. 
 
Di nava kesên hatin ber avahiya şaredariyê de Parlamentera Sêrtê ya DEM Partiyê Sabahat Erdogan Saritaş bertek nîşanî biryara qeyûmê da û diyar kir ku ew ê êrîşa li dijî vîna gel qebûl nekin û li dijî biryarê li ber xwe bidin.
 
3 kes hatin binçavkirin
 
Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê yê navçeya Sêrtê Eşref Tekîn diyar kir ku ew ê desteserkirina îradeyê qebûl nekin û got, "Hikûmeta dagirker a ku tevî deng û hîleyan nekarî şaredariyê bigire, şaredariya me desteser dike. Ev kes çûn şaredariyê. Tişta ku hatiye kirin bêhurmetiya sindoqê ye, darbe ye."
 
Polîsan xwest welatî û endamên partiyê yên hatin şaredariyê derxînin. Dema welatî û endamên partiyê bertek nîşanî vê yekê dan, rastî êrîşa polîsan hatin. Di êrîşê de Hevserokê Navçeya Navendî ya Sêrtê ya DEM Partiyê Şernas Çelepkolu, Rêveberê Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Sêrtê Muhammed Polat û xebatkarê şaredariyê Ferhat Toprak hatin binçavkirin. Piştî êrîşê girse li Kolana Dogan li ber şaredariyê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Girseyê bê navber dirûşmên "Qeyûm darbe ne, ji darbeyan re na" û "Qeyûm wê biçin gel wê werin" berz kirin.