Çima dibêjin ‘aştî’!
- 09:02 27 Çile 2025
- Rojane
Rabîa Onver Memîhan Zeydan
WAN - Heyeta DEM Partiyê çû Îmraliyê û piştî hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re nîqaşan dest pê kir. Jinên Wanê diyar kirin ku ew jiyaneke azad û aştiyane, jiyaneke ku kes rondikan nabarîne û azadiya Abdullah Ocalan dixwazin.
Heyeta Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê Pervîn Buldan û Sirri Sureya Onder di 28’ê Kanûnê de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir û piştî hevdîtinê peyama ji 7 xalî pêk dihat bi rayagiştî re hat parve kirin. Heyetê piştre bi partiyên li meclîsê re hevdîtin pêk anîn. Piştî vê 22’ê Çile de bi Abdullah Ocalan re hevdîtina duyemîn pêk anîn. Piştî hevdîtinên heyetê diyar kir ku Abdullah Ocalan ji bo çareseriya demokratîk xebatên xwe dimeşîne.
Jinên Wanê der barê geşedanan de fikr û nêrînên xwe parve kir.
Ji bo kesên di bin dagirkirinê de ne aştî
Emîne Keskîn: Ji bo kesên di bin dagirkirinê de ne ji bo gelê xwe ji bo Kurdan aştiyê dixwazim. Em niha di bin zextan de ne. Hevdîtin tên kirin. Çi ji destê wan tê bila bikin wê encamek serketî pêk bê.
Bila Abdullah Ocalan azad be
Şîrîn Abî: Em aştiyê ji bo ku ev şer raweste dixwazin. Bila şer rawestin. Em hemû wekhev in. Bila deriyên girtîgehan bên vekirin bila Abdullah Ocalan azad bibe. Bila ev xwîn raweste. Girtiyên me azad bibin. Bila dawî li îşkenceya li ser Kurdan bê anîn. Em aştiyê dixwazin.
Li aliyekî dibêjin aştî li aliyê din bombebaran dikin!
Şaraban Bayhan:Ji bo kes nemire em ji bo azadiya Birêz Ocalan aştiyê dixwazin. Bila ev xwîn raweste. Bila gavê tên avêtin bibin wesîleya aştiyê. Bila dayik negirîn. Êdî bes e. Li aliyekî dibêjin aştî li aliyê din şer didin destpêkirin. Gel dixapînin. Derewan dikin. Birêz Ocalan vedixwînin meclîsê dikin li aliyê din jî Rojava bombebaran dikin.
Îpek Saglam:Hewce bi şer û pevçûnan tuneye. Bila her kes destê xwe bidin hev û divê wekhevî hebe. Aştî hebe wê şer bê rawestandin. Wê cîhan hîn xweşiktir bibe. Hebûna hevdîtinan baş e. Ez dayika du leşkera me. Bila êdî aştî pêk bê.
Ji bo dewletê bang
Ayşe Abî:Bila dewlet destê aştiyê dirêj bike. Hevdîtinên tên kirin bila bibin wesîleya aştiyê. Bila aştî pêk bê û kes nemire.
Bila her kes azad be
Sultan Toner:Bila aştî pêk bê û tu kes nemire. Bila her kes azad be xwîn nerêje. Em jî dixwazin wek gelên din azad bin. Bila kes nemire û her kes mafê xwe bidest bixe.