Dewleta Tirk êrîşî çalakgerên Tişrînê kir
- 17:48 25 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta Tirk careke din bi SÎHAyê êrîşî çalakgerên li ser Bendava Tişrînê nobetê digirin kir. Hat diyarkirin ku birîndar hene.
Êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên bi navê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) yên li dijî Bendava Tişrînê didomin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dewleta Tirk careke din bi SÎHAyê êrîşî çalakgerên ku li Bendava Tişrînê nobetê digirin kir. Hat zanîn ku birîndar hene.
Li ser banga Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo rawestandina êrişan û parastina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di 8ê çileyê de li Bendava Tişrînê nobed hatiye destpêkirin. Tevî nobedê jî êrişên Tirkiye û ANSyê yên li ser herêmê dewam dikin. Dewleta Tirk heta niha 12 caran bi SÎHAyan êrîş kir. Li gorî daneyên Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 8ê çileyê heta niha di êrişên li dijî gel û karwanên li Bendava Tişrînê de 21 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û 203 welatî jî birîndar bûne.