Konferansa piştevaniya bi Rojava re
- 16:08 25 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Enternasyonalîst li dijî êrişên li ser Rojava, li bajarê Heidelberg ê Elmanyayê di konferansa piştevaniyê de hatin ba hev.
Têkildarî êriş û komkujiyên li ser Rojava, bi sedan şoreşgerên enternasyonalîst li bajarê Heidelberg ê Elmanyayê di konferansê de hatin ba hev. Bi dirûşma “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Vîzyona Demokratîk û Perspektîf” di navbera 25 û 26’ê Çileyê de konferanseke ji bo du rojan tê lidarxistin.
Şoreşgerên enternasyonalîst ji bo rawestandina êrişên li ser Rojava û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê statuya Kurdan bê naskirin, peyam dan.
Di danezana konferansê de hate diyarkirin ku ezmûneke li ser bingehê azadiya jinan û jiyaneke bi pir etnîk û pir olî, zêdeyî 12 sal in pêş dikeve û wiha hate gotin: “Femînîzm, piştevanî û edalet li vir bi rengekî bêhempa diqewime. Me ev konferans beriya hilweşîna rejîma Esad amade kir. Têkildarî geşedanên dawî yên li Sûriyeyê em jî şaş dimînin û hestiyar dibin. Lê belê em difikirin ku dem hatiye em êdî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çêkerên rêveberiya xweser ên li vir, baxivin. Lewma di vê konferansê de wê geşedanên heyî hîn berfirehtir bên lêkolînkirin û nîqaşkirin. Di vê konferansê de wê cih were dayîna vîzyona siberoja demokratîk û perspektîfên aştî û edaletê.”