TJA'yê piştgirî da berxwedana Tişrînê

  • 15:37 23 Çile 2025
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Di pêşengiya TJA'yê de li Mêrdînê meşek hat lidarxistin di meşê de wiha hat gotin: "Em bang li hemû cîhanê dikin; Werin em di vê sedsalê de dawî li rejîmên qirker û înkarker ên ku ji aliyê hêzên kapîtalîst û emperyalîst ve tên pêşkêşkirin, bînin. Bila sedsala 21’emîn bibe sedsala jinan, sedsala gelan û bibe sedsala ku hemû bawerî û nasnameyên cuda bi hev re bijîn."
 
Di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de li dijî êrişên li hember Bakur û Rojhilatê Sûrî û Rojava li Mêrdînê meşek hat lidarxistin. Meş ji xaçerêya Îldoyê destpê kir heta avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) berdewam kir. Di meşê de pankarta “Bi felsefe ya jin jiyan azadî em ê xwedî li şoreşa jinê ya Rojava derkevin” hat vekirin û her wiha dowîzên wek “Bijî tekoşîna jinan” û "Jin, jiyan azadî" hatin hildan. Di meşê de bê navber dirûşma “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana Tişrînê” û “Bijî berxwedana Rojava” hat berzkirin. Piştî meşê daxuyaniyek hat dayîn û daxuyanî ji hêla aktîvîsta TJA'yê Hatîce Oncu ve hat xwendin.
 
'Şoreşa Rojava hêviya azadiyê ye'
 
Hatîce Oncu diyar kir ku êrîşên çeteyên Tirk û SMO'yê yên li hemberî Rojava her ku diçe zêde dibin û rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên hatin qetilkirin bi bîr anî. Hatîce Oncû, anî ziman ku sivîl û rojnameger bûne hedefa êrîşên hewayî yên DIŞI'ê û wiha got: “Gelek hevalên me yên di nav de lîstikvanê şanoyê Bavê Teyar û hevrêyê me Menîce Haco Heyder jî hene hatin qetilkirin. Ev êrîşên li dijî Rojava ku li gorî ti nirxên mirovahiyê û mafên mirovan nayên kirin, berdewam dikin. Şoreşa Rojava serkeftina herî baş a têkoşîna gelê Kurd a bi salan a li dijî kolonyalîzmê ye û hêviya wekhevî û azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn e,  li welatên ku hêzên emperyalîst ji şer û wêrankirinê pê ve tiştekî din nabînin."
 
'Em bi qîrîna jinan ji bo azadiyê li vir in'
 
Hatîce Öncû destnîşan kir ku yek ji berxwedanên herî bi rûmet ên mirovahiyê di pêşengiya tevgera jinên Rojava de li dijî çeteyên DAIŞ'ê pêk hat û bal kişand ser felsefeya "Jin, jiyan, azadî". Hatîce Öncü got, “Ji ber vê yekê bi saya hevalên me yên ku di ber wê de şehîd ketine, mîna îdeolojiya ku bingeha xwe jê digire, têk naçe. Weke jin em ê axa xwe û her parçeyê Kurdistanê ku li dijî çanda destavêtinê şoreşa jinê bi ser ket, heta dawiyê biparêzin. Em hêz û moralê xwe ji dayikên ku di çalakiya nobeda 8’ê Çileyê ya li Bendava Tişrînê de ji bo parastina şoreşê li dijî êrîşên hovane yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên cîhadî bedenên xwe kirin mertal û bi qîrîna dirûşmên “Em qet natirsin” digirin. Em ji faşîstên ku bedena jinê weke qada şer dibînin û difikirin ku wê bi hişmendiya zilamê dagirker tevgera azadiyê bitepisînin radigihînin; "Em bi qîrîna azadiyê ya jinan a ku şevan ronî dike li vir in û em naçin tu cihî."
 
'Bila rejîmên qirker û înkarker di vê sedsalê de bi dawî bibin'
 
Hatîce Oncu destnîşan kir ku zîhniyeta ku di êrîşên li ser Kobanê de piştgirî da DAIŞ'ê, niha ji aliyê SMO'yê ve êrîşên li ser Kobanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne û got, "Li Rojava têkoşîna edalet, wekhevî, demokrasî û aştiyê mezin dibe. Ev têkoşîneke ku heta roja îro bi berdêl hatiye dayîn e. Modela ku ji sala 2014’an û vir ve li Rojava hate afirandin, ji bo gelan û jinên cîhanê bû hêviyek. Modela jiyana azad û wekhev a di tarîtiya Rojhilata Navîn de wê li Rojava bê avakirin. Jin wê bihar, statu û nasnameya xwe ji Rojava re bîne. Şoreşa Jinê ya Rojava ku hêviyên jinên cîhanê pêk tîne, li cihê ku em lê dijîn wê xeta me bidome. Bi ruhê felsefeya xwe ya 'Jin jiyan azadî' em jiyana wekhev a azadiya jinê û jiyana wekhev û azad a gelên ku Rojava mezin kiriye pêşkêşî cîhanê dikin. Em bang li hemû cîhanê dikin; Werin em di vê sedsalê de dawî li rejîmên qirker û înkarker ên ku ji aliyê hêzên kapîtalîst û emperyalîst ve tên pêşkêşkirin, bînin. Bila sedsala 21’emîn bibe sedsala jinan, sedsala gelan û bibe sedsala ku hemû bawerî û nasnameyên cuda bi hev re bijîn."
 
'Em ê şoreşa Rojava teslîm nekin'
 
Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin axivî û berxwedana li bendava Tişrînê silav kir û diyar kir ku ew li gel berxwedanê ne. Bêrîtan Guneş Altin diyar kir ku mifteya Şoreşa Rojava berxwedana Tişrînê ye û wiha got: “Ji ber vê yekê gelê me yê birûmet 16 roj in li bendava Tişrînê nobetê digirin. Gelê me yê li wir daxwaza azadiyê dike. Lê belê bersiva vê dîlana azadiyê bi êrîşan tê dayîn. Kedkarên çapemeniya azad ji bo heqîqetê diqîrên tê qetilkirin. Hunermendên me tên qetilkirin. Bi vê wesîleyê em di şexsê Menîce Haco û Bavê Teyar de berxwedana Tişrînê silav dikin. Em ê şoreşa Rojava ya di pêşengiya jinê de hatiye avakirin radestî mêran nekin."
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.