‘Îran dixwaze bi darvekirinan gavê bi şûnde bide avêtin’
- 15:35 23 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiya siyasî ya wergira Xelata Nobelê ya Aştiyê ya sala 2023’yan Nêrgiz Mihemedî, ragihand ku rejîma Îranê dixwaze bi darvekirina Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî jinên azadîxwaz gav bi şûnde bavêjin. Nêrgiz Mihemedî daxwaz ji Fransayê kir ku yekem mercê sereke yê her giftûgoyek li gel Îranê ragirtina cezayên darvekirinê be.
Îro girtiya siyasî û wergira Xelata Nobelê ya Aştiyê ya sala 2023’yan Nêrgiz Mihemedî, bi rêya vîdyoyî tevlî civîna Komîteya Mafên Jinan a Encûmena Pîran a Fransa û Parlementerên Fransayê bû.
Nêrgiz Mihemedî di peyama xwe ya vîdyoyî de eşkere kir ku li girtîgehên Îranê darvekirinên girtiyan zêde bûne û her roj ciwanên Îranê li girtîgehan de tên darvekirin.
Nêrgiz Mihemedî da zanîn ku rewşa jinên girtî yên siyasî gelek xirab e û rejîma Îranê hewl dide tola serhildana ‘jin jiyan azadî’ ji jinan hilîne.
Her wiha diyar kir rejîma Îranê dixwaze bi darvekirina Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî jinên azadîxwaz neçarî gav bi şûnde avêtinê bike.
Di dawiyê de jî Nêrgiz Mihemedî daxwaz ji Fransayê kir ku yekem mercê sereke yê her giftûgoyek li gel Îranê de ragirtina cezayên darvekirinê be.