Jinên Şengalê: Em berxwedana gelê Rojava silav dikin
- 09:05 20 Çile 2025
- Rojane
ŞENGAL -Jinên Şengalê bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk dan, banga bidwîkirina êrîşan kirin û gotin ew berxwedana gele Rojava silav dikin.
Dewleta Tirk ku naxwaze kurd bibin xwedî statû, ji roja ku Şoreşa Rojava ya jinê pêş keetiye êrşên xwe li ser rojavayê Kurdistanê didomîne. Dewleta Tirk ku bi têkoşîna li Rojava re dernexist serî vê carê xwest bi êrîşên li ser pêdiviyên jiyanî yên wekî ser embarên xurekê û çavkaniyên avê bigihê armanca xwe û li Bendava Tişrînê ku çavkaniya gele herêmê ya avê ye êrîşên xwe zêde kirin. Li dijî van êrîşan berxwedana gel bêyî ku gav paşve bê avêtin didome. Herwiha bertek û nerazîbûnên li hemberî van êrîşan jî li her devera Kurdistan û li her devereke ku kurd lê ne didome.
Jinên Şengalê jî bertekên xwe li hemberî êrîşên li ser Rojava anîn ziman û banga piştevaniya ji bo Rojava kirin.
Ji dayikên şehîdan û Endama TAJ’ê Yusera Qasim ku diyar kir ew berxwedana Rojava serketî dibinin û silav kir di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got, “ Wê gelê Rojava gavê paşve navêje. Dewleta Tirk dagirker e û li dijî Rojava şerekî topyekun daye destpêkirin. Tenê ne li Rojava li ku dibe bila bibe kurdek li ku doza mafê xwe bike dewleta Tirk êrîş dike. Lê li gel van hemû êrîşêan gele Rojava li pişta şervanên xwe ye û keç û xortên xwe yên lehen diparêze. Dewleta Tirk dibeje kesên li Rojava têkoşînê didin ne ji Rojava ne. Lê em dibêjin gelê Rojava ji ku hatiye kesên wê axê ne ji tu dere nehatine. dibêje QSD ne Rojavayî ye. Lê na QSD rojavayî ye û gele Rojava di bin wê sîwanê de têkoşîna xwe didomîne.”
‘Kesê dest ji welatê xwe berde bêqîmet dibe’
Yusera Qasim anî ziman ku çawa ew nikarin ji Şengalê derkevin û cihekî wan ê din tüne ye, gelê Rojavayê Kurdistanê jî gele wê axê ye û wê axa xwe neterikîne. Yusra Qsim wiha dirêjî da axaftina xwe, “Gelê Rojava axa xwe naterikîne wê gavê paşve navêje û natirse. Kesên ku kuştin birîndarî û ferman dît ne ji topa û ne jî ji tankan ditirse. Em weke dayikên Şehîdan dibêjin Kesê dest ji walatê xwe berde tu qîmeta wî namîne. Mirin jê re bi xêrtir e. Rejîma Baasê kurdên Rojva bê nasname hiştin û ew wek hemwelatî jî qebûl nekirin. Zimanê xwe çanda xwe li ser wan ferz kir. Kurd li ku dibin bila bibin êşa wan heman êş e. Li Şengalê jî heta fikren Serokatî neketin Şengalê me dikaribû bigota em Kurdin lê gelek caran me nedikaribû bigota em Êzidî ne. Dayikên şehîdan zarokê xwe dane di vê rêyê de û paşve gavê navêjin."
Banga xwedîderketinê
Yusra Qasim bi bîr xist ku li ku kurd doza mafê xwe bikin, ji mexmûr bigir heta Rojava, Rojhilat û Başûr dewleta Tirk êîrîş dike û anî ziman ku li Şengalê jî wan bedelên giran dane û kesê ji fermanê bi bandor nebûye tüne ye. Yusra qasim di berdewamiya axaftina xwe de wiha got, “ Îro li Şengalê jî em doza mafê xwe axa xwe û doza zarokên xwe keç û xortên xwe yên li girtîgehên Sûriyeyê ne dikin. Lê dewleta Tirk heta ji dest tê dixwaze me êzidiyan tüne bike. Me bira xuşk zarokên xwe di vê dozê de dane. Eêşa me yeke. Divê gele Şengal li Rojava xwedî derkeve. Tene ne bi gotinê divê bi her awayî piştgiriya Rojava bikin. Ezidî li ku dibin bila bibin divê banga xwedîderketina li Rojava bikin. Em havînê man li derve. Lê Rojavayî di sir û sermaye de li derve ne. Kurd û Êzidî li her derê xuşk û bira ne. Îro li Rojava êrîş hebe û dewleta Tirk bi ser keve sibe wê êrîşî Şengalê bike. Lê rêya Erdogan rêya Esed e. Em silavên xwe ji gele rojava re dişînin, berxwedana wan pîroz dikin. Wê gele Rojava bi ser keve em jî heta dawî li pişta wan in. “
‘Em êrîşên dewleta tirk qebûl nakin’
Endama Saziya Malbatên Şehîdan Pakîze Celal jî diyar kir ku ew dixwazin êrîşên dewleta Tirk bên bidawîkirin û ev tişt anî ziman, “Tişta tê serê Rojava hatiye sere me jî. Em dixwazin êrîş bi dawî bibin û em dizanin ku niha rewş li wê çawa ye. Em naxwazin ev êrîşên li ser Rojava dewam bikin. Dema ferman hat sere me rojava ji me re gelek kir. Em hembêz kirin û piştgiriya me kir. Heke ne ji wan buya wê gelek Êzidî nefilitiya. Gelek kes bi alîkariya wan rizgar bûn. Lê niha dewleta Tirk êrîş dike, zarokan dikuje û em vê qebûl nakin. Em berxwedana gelê Rojava silav dikin.”