MKG'ê hedefnîşandana nûçegîhana Ronahî TV şermezar kir

  • 13:39 13 Çile 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - MKG'ê bertek nîşanî gefên li nûçegihana Ronahî TV Ciwana Cûmaa da û bal kişand ser êrîşên sîstematîk ên li hemberî rojnamegeran û ji bo parastina azadî û rastiyê banga hevgirtinê kir.
 
Di êrîşa 19’ê Kanûnê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê SÎHA’yên Tirk ve hatin kirin de rojnameger Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn tevî ku li ser wesayîtên wan peyva “çapemenî” nivîsandibû jî bûn hedef û jiyana xwe ji dest dan. Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) têkildarî êrîşên li ser azadiya çapemeniyê daxuyaniyeke nivîskî da.
 
MKG'ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ev êrîşa li dijî rojnamegeran berdewamiya zexta sîstematîk a li ser xebatkarên çapemeniyê ye ku rastiyên herêmê ji cîhanê re radigihînin. Di daxuyaniya hat dayîn de wiha hat gotin, "Hevalên me ji ber ku hewl didan rastiyan li herêmê ragihînin bûne hedef û jiyana xwe ji dest dane."
 
Ciwana Cumaa di hedefê de ye'
 
MKG'ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku nûçegihana Ronahî TV'yê Ciwana Cumaa jî di bin tehdîdeke bi vî rengî de ye û destnîşan kir ku êrîşên bi vî rengî yên li dijî xebatkarên çapemeniya azad û parêzvanên mafên mirovan ji bo ku rastî neyê eşkerekirin e.  MKG'ê da xuyakirin ku ev êrîş rastî bertekên raya giştî ya navneteweyî, parêzvanên mafên mirovan û saziyên rojnamegeriyê jî hatiye.
 
'Êrîş li dijî azadiya çapemeniyê ye'
 
MKG'ê di daxuyaniya xwe de xwest, ev êrîşên li hemberî rojnamegeran tavilê bên rawestandin û got, "Gef û hedefgirtina rojnameger Ciwana Cûmaa û hevalên me yên din, êrîşeke rasterast a li dijî azadiya çapemeniyê û mafê agahî girtina gel e." 
 
'Rastî nayên veşartin'
 
MKG'ê diyar kir ku ew ê li hemberî êrîşên bi vî rengî yên ku bi polîtîkayên çewisandin û tehdîdê dixwazin çapemeniyê bêdeng bikin, di nava piştevaniyê de bin û got, "Parastina heqîqetê û li dijî hedefgirtina rojnamegeran bilindkirina dengê hevpar îro ji her demê girîngtir e. Rastî nayê bêdengkirin. Divê rojnameger hedef neyên girtin."