Hewldana li dijî tecrîdê Edalet serdana MKG'ê kir

  • 15:13 2 Cotmeh 2024
  • Rojane
AMED - Siyasetmedar Ayla Akat Ata, Parêzer Ekîn Yeter û Endamên Hewldana li dijî Tecrîdê EdaletOrhan Işik, serdana MKG'ê kirin. Di serdanê de xebatên li ser tecrîdê hatin vegotin. 
 
Siyasetmedar Ayla Akat Ata, Endama Hewldana li dijî Tecîrdê Edaletê Parêzer Ekîn Yeter û Endamê Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran re MED (MED TUHAD-FED) Orhan Işik, Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) ziyaret kirin. Endam li vir bi rojnamegeran re hatin cem hev û ji bo rakirina tecrîdê û afirandina alternatîfan li nêrîn û pêşniyarên rojnamegeran guhdarî kirin.
 
Xebatên xwe yên li ser tecrîdê vegot 
 
Parêzer Ekîn Yeter di serdanê de axivî û diyar kir ku wan ji bo nêrîn û pêşniyarên  der barê şikandina tecrîdê de serdana MKG’ê kirine û got, “Ev çend hefte ye me dest bi xebatên xwe kiriye. Ji ber ku em hem li herêmê hem jî li qada navneteweyî gelek kar dikin. Em hem serdana saziyên sivîl, hem jî kesayet û mekanîzmayên navneteweyî dikin. Li ser vê yekê em serdana saziyên xwe yên Amedê jî dikin. Me ev serdan kir da ku nêrîn û pêşniyarên we werbigirin û nîqaş bikin ka em çawa dikarin vê pêvajoyê bi hev re tevbigerin."
 
Piştî axaftinan serdan ji çapemeniyê re girtî hat berdewamkirin.