2’emîn Rojên Jînerjî ya Nagîhan Akarsel destpê dike

  • 09:59 2 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Akademiya Jîneolojî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di salvegera qetilkirina Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Rojnameger Nagîhan Akarsel de dê 2'emîn "Rojên Jînerjiyê" li dar bixe.
 
Akademiya Jineolojiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya salvegera qetilkirina Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarsel a ku Di 4’ê Cotmeha 2022’an de li bajarê Silêmanî ya başûrê Kurdistanê di encama sûîqesta dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da, di navbera 2-5’ê Cotmehê de dê 2’emîn “Rojên Jînerjiyê” li dar bixe.
 
"Rojên Jînerjiyê" ku wê di 2'ê Cotmehê de li Dêrikê bi çalakiyên cuda dest pê bike, wê di 5'ê Cotmehê de bi çalakiyên li Heleb, Hesekê û Minbicê bi dawî bibe.