Negar Mîsaghiyan a li Îranê hatibû girtin, bi kefaletê hat berdan

  • 15:08 30 Îlon 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyê Behayî Negar Mîsaghiyan ku bi hinceta “propagandaya li dijî rejîmê kiriye” hatibû girtin, bi kefaletê hat berdan.
 
Welatiyê Behayî Negar Mîsaghiyan ku di 18’ê Îlonê de bi hinceta “propagandaya li dijî rejîmê” li Îranê di çarçoveya operasyona li dijî mala wê ya li Şîarazê de hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin, duh bi kefaleta 3 milyar û 500 milyon tûmen hat berdan.