Sembola berxwedanê Jîna bû qêrîna serhildana jinan

  • 09:03 16 Îlon 2024
  • Portre
Oznûr Deger
 
WAN - Di ser qetilkirina Jîna Emînî de du sal derbas bû û Jîna li hemû cîhanê wek qêrîna serhildanê deng dide. Jîna bû sedema ku felsefeya ‘jin jiyan azadî’ li cîhanê belav bibe.
 
Jîna Mahsa Emînî…Hemû cîhan wê nas dike. Bû qêrîna di serî de jinên Îranê û hemû jinên cîhanê. Jîna ku di jiyana xwe de gelek dihat hezkirin piştî mirina xwe jî bû jiyan. 5 roj piştî mirina wê rojbûna Jînayê bû û Jîna ji bo jiyanê ji bo azadiyê, bû sembola berxwedanê.
Jîna Mahsa Emînî di 21’ê îlona 1999’an de li bajarê Seqiz a eyaleta Kurdistanê ya Îranê wek zaroka ewil a malbatê hat dinê. Bavê wê li postexaneyê dixebitî dayika wê kedkara malê bû.  
 
Li erdnîgariyek qedexe ewil navê wê qedexe kirin
 
Jîna zaroka malbatek Kurd bû û bi çand û zimanê xwe mezin bû. Bi cil û bergên kurdî tevli cejnan dibû, cejn bi kelecan pîroz dikir. Ji ber zextên Îranê jiyanek rehet nedomand. Çawa hatibû dinê ewil navê wê hatibû qedexekirin. Ji ber vê nasnameyê navê wê Mahsa danîn.  Malbatê û derdorê digotin Jîna lê di nasnameyê de Mahsa bû. Jîna jinek ciwan a 22 salî bû. Hedefa wê ev bû ku li zanîngeha Urmiyê bixwîne.
 
Çi bi Jînayê bû?
 
13’ê Îlona  2022’an de bi birayê xwe re diçe Tehranê û ji aliyê polîsên exlaqê ve bi hinceta porê wê hatiye dîtin lêdan xwar û birin navenda binçavkirinê. Yên şahidiya wê demê kirin gotin polîsan tundiyek giran li Jînayê dikirin û dema dixistin wesayîtê serê wê li wesayîtê ketiye.
 
Ji ber Kurd bû lêdan xwar?
 
Xizmên Jînayê diyar kirin ku Jîna ji ber Kurd bû hatiye derbkirin, wê rojê Jînayê li gorî rêbazan cil li xwe kiribû. Xizmek wê wiha gotibû: “Jînayê wê rojê cilên fireh li xwe kiribûn. Me got baldar be tu tê de winda nebî.”
 
Di 13’ê îlonê de çibû?
 
Jîna li Tehranê dema bi birayê xwe re ji metroyê peya dibe, dibe hedefa polîsên ahlaqê (dewriyeyê Îrşad) û dibin navenda binçavkirinê. Li wir tundî didome û piştî rewşa wê giran dibe dibin nexweşxaneya Kasta.
 
Di 16’ê îlonê de serhildan
 
Jîna di 16’ê îlonê de jiyana xwe ji dest da. Piştî vê hêrs û serhildan wek girêka agir li her derê belav  bû. Çawa agahî hat girtin li ber nexweşxaneyê çalakî pêk hat. Bi pêşengiya jinan çalakî hat meşandin û bi hezaran kesî piştgirî dan çalakiyê.
 
Jin bûn dengê Jînayê
 
Çalakiyên li ber nexweşxaneyê destpêkirin li her bajarî ji Tehranê bigirin heta eyaltên Kurdistanê belav bû. Jinan ji çalakiyan re pêşengîkirin û li kolanan banga ‘îstîfayê’ li rejîmê irkin. Tevî tundiya rejîmê jin bûn dengê Jînayê.
 
Xwestin mirina wê manîpule bikin
 
Rejîmê piştî qetilkirina Jînayê îdia kir ku Jîna ji ber nexweşiyan ji ser hişê xwe çûye û dema rakirine nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye. Bi van gotinan hewl da çalakiyên protestoyî bidin rawestandin.
 
17’ê îlonê: Duyemîn roja serhildanê ‘Jin jiyan azadî’
 
Di 17’ê îlonê de cenazeya Jînayê ji aliyê malbatê ve hat girtin li bajarê wê Seqizê hat definkirin. Jinan di merasîma cenazeyê û li ser gora Jînayê dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ berz kirin û ev dirûşme bû sembola berxwedanê. Piştî demekê dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ heman rojê li kolanan di çalakiyan de hat berzkirin.
 
18’ê îlonê: Sêyemîn roja berxwedanê, laçik hatin derxistin
 
Berxwedan di roja sêyemîn de hîn belavtir bû û ligel dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’, jinan laçikên xwe derxistin û dan ber agir. Di 19’ê îlonê de jî greva giştî hat îlankirin. Rejîmê di 19’ê îlonê  de li Tehranê înternet birîn û hewl da li cîhanê çalakî zêde neyên dîtin. Lê li ser vê berxwdanên mezin destpê dikin. Li Reşt, Tehran, Îsfahan, Urmiye û Kurdsitanê çalakiyan berdewam kir. Di êrîşan de sê kes hatin qetilkirin.
 
20’ê îlonê: 5’emîn roja berxwedanê  jinan porê xwe jê kirin
 
Çalakiyên her çûn belav bûn li 16 baajaran belav bû. Li Sarî, wêneyên Humeynî û selefiyan hat şewitandin. Li Kirmanşahê jinan laçikên xwe derxistin, porê xwe birîn. Ev dîmen li ser çapemeniya civakî belav bûn û jinan çalakiya por jêkirinê pêk anîn. Hunermend, rojnameger, aktîvîst tevli çalakiyê bûn.
 
Di 21’ê îlonê de yanî di roja 6’ê berxwedanê de jina 22 salî Hadîs Necefî ya Azerî di çalakiyan de ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin.
 
Bîlançoya serhildanê: 551 kes hatin qetilkirin
 
Di berxwedana ku bi mehan berdewam kir de çalakiyên dîrokî pêk hatin û li gorî mafê mirovan ya Îranê di 10 rojên ewil yên berxwedanê de 54 kes hatine qetilkirin, destdirêjî li sedan jinî hatiye kirin û bi sedan hatine binçavkirin. Ji 15’ê îlona 2022’an şûnde 68 jê zarok herî kêm 551 kes hatin qeitlkirin û hezar 3u 160 kes birîndar bûn. Herî kêm 19 hezar û 262 kes hatin girtin û li dehan kesî cezayê darvekirinê hat birîn û 7 kes jî hatin darvekirin.
 
Piştî Jînayê…
 
Piştî Jînayê li her çar alî cîhanê jinan navê Jînayê dan zarokên xwe.  Ji aliyê Parlamentoya Ewropayê ve di 2023’an de Jîna hêjayî Xelata Azadiya Fikr û Raman a Saharov hat dîtin. Seroka PE’ê Roberta Metsola di daxuyaniya ku da de da zanîn ku piştî Jinayê tevgereke mezin a a jinan ya dîrok nivîsiye derketiye holê. Navê Jînayê di serî de li Kurdistan, li London, Ottowa, Parîs û Viyanayê li park, kolan û qadan hat danîn.