Li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê betlaneya reglê

  • 12:46 5 Hezîran 2024
  • Ked/Aborî
 
AMED - Di navbera Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û TUM BEL-SENê de Peymana Kar a Kolektîf (TÎS) hat îmzekirin. Di peymanê de gelek mafên civakî û aborî hatin garantîkirin.
 
Peymana Kar a Kolektîf, di navbera Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Sendîkaya Kedkarên Xizmetguzariya Hemû Şaredarî û Rêveberiyên Herêmî (TUM BEL-SEN) de hat îmzekirin û di çarçoveya mafên civakî û aborî yên karmendan de guhertinên girîng hatin kirin. Peymana ku wê di navbera 1'ê Hezîrana 2024 û 31'ê Kanûna 2025an de derbasdar be, mafên berfireh ji karmendan re tîne.
 
Şaredariya Bajarê Mezin û rayedarên Tum Bel-Senê ji bo îmzekirina peymanê hatin cem hev. Di merasîma îmzeyê de Alîkarê Hevşaredarê Bajarê Mezin Ayhan Karatekîn, rayedarê Tum Bel-Senê û Sekreterê Giştî Îzzettîn Alpergîn, Sekretera Giştî ya Hiqûq û Peymanê Zeynep Sarikaya Altun, Sekretera Hiqûq û Sekretera TÎS'ê Çagla Sanay amade bûn û îmze di navbera Şaredariya Amedê û Hevserokê Tum Bel-Sena Amedê Mehmet Çandar de hate morkirin.
 
Li gorî peymanê, salek çar caran ji bo karmendan garantî hate dayîn. Tezmînata hevsengiya civakî hat nûkirin ku her mehê di 15'ê mehê de bê dayîn. Di peymanê de rojên taybet nehatin jibîrkirin. Karkerên jin, 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê û 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Cîhanê; Karkerên astengdar jî dê di 3'yê Kanûnê Roja Astengdaran a Cîhanê û 10-16'ê Gulanê Hefteya Astengdaran de ji bo rojekê betlaneya îdarî karibin bi kar bînin. Di peymanê de hat diyarkirin ku xebatkarên jin wê mehê rojekê betlaneya reglbûnê bistînin û xebatkarên ku di zewaca pirzewacî de ne dê ji peymanê sûd wernegirin.