Jinên Stenbolê: Divê hikûmet demildest îstîfa bike

  • 09:14 28 Mijdar 2021
  • Ked/Aborî
STENBOL- Jinan li kolanên Stenbolê der barê krîza aborî û bihabûna dovîzê de dengên xwe bilind kirin û gotin: “Em heqê xwe helal nakin. Çareserî îstîfaya hikûmetê ye. Divê demildest hikûmet îstîsfa bike. Gundî, cotkar, ciwan, xwendekar, jin her kes di vê fikrê de ye.”
 
Dovîz her diçe bilind dibe û Banka Navendê di meha îlon, cotmeh û mijdarê de bi giştî çû daxistina faîzê ya 400 puanî û ji ber vê TL her çû nirxa xwe winda kir. Lİ dijî vê li her bajarê Tirkiyeyê gel daket kolanan û banga îstîfayê li hikûmetê kir. Ji aliyê hikûmetê ve jî bêdengî didome.
 
Jinên Stenbolê jî li dijî bûyerê dengên xwe bilind kirin.
 
Jina bi navê Hanîfe Gozuaydin kesên ku dengên xwe dane AKP’ê rexne kir û got: “Welatî ji konteynirên çopê xwarinê kom dikin. Erdogan dibêje welat dewlemend e. Li ku dewlemend e. Wan bêrîka xwe tije kirine.  Beriya her tiştî hun xizanan têr bikin.  Gel birçî ye. Desthilatdarî di nav dewlemendiyê de ye. serokomarî, serokwezîrî wisa nabe. Serokomar neçare gelê birçî bifikire.  Nexweşxane, rê, pir û hemû çavkanî dan alîgirên xwe û gel bi xizaniyê re rû bi rû hişt. Cîhana din jî heye. Ez teslîmê Xweda dikim. Ez heqê xwe helal nakim. Divê desthilatdarî biguhere. Çareserî îstîfa hikûmetê ye.”
 
‘Ez dengê xwe nadim AKP’ê’
 
Yelda Demîrel  jî destnîşan kir ku ew kar nabînin û wiha pê de çû: “Dawiya me qet ne baş xuya ye. Divê êdî tiştek bê kirin. Divê destilatdarî biguhere. Di dema AKP’ê de kuştinên jin û zarokan zêde bûn. Gumanbar nehatin cezakirin. Gumanbarên ji desthilatdariyê hêzê digirin êdî natirsin.  Berê min deng dida AKP’ê lê êdî ez nadimê.”
 
‘Divê jin vê bişkînin’
 
Xwendekar Seçîl Ocak jî gazinc û nerazîbûna xwe anî ziman: “Her tişt biha ye. Em nikarin montekî bigirin. 700-800 TL ye. Dê û bavê min dixebitin lê têr nake. Ez û xwişka xwe dixwînin. Ez sala borî çûm dersxanê min 15 hezar da.  Kompîtira mehek berê me bi 9 hezarî girt niha 12 hezar e. Divê ev desthilatdarî demildest biçe. Her wiha em nikarin êdî li kolanan bimeşin. Ji ber gumanbaran em ji jiyana xwe bi fikarin. Serokomarê AKP’ê Peymana Stenbolê fesh kir. Divê peyman dîsa bikeve meriyetê. Ji bo vê jî divê desthilatdarî biguhere.” 
 
‘Di menuya Qesrê de kêmasî heye gelo?’
 
Nuray Bostan jî wiha vegot: “Divê hikûmet îstîfa bike. Rewş nebaşe. Gel her diçe xizan dibe. Gel nikare nan bigire. Her diçe her tişt biha bûye. Kes nikare tiştekî bigre. Ev rewş divê raweste. Ji ber desthilatdariya yek mêrî ye kes jî li pêş tune ye. Berê bûna wan nikaribû wisa bikira. Lîrayê tirk gelek nirx winda kir. Mirov xizan bûn. Divê ev hikûmet demildest biçe. Emîne xanim dibêje ‘porsiyonan biçûk bikin’. Gelo ew di menuyên xwe de  wisa dikin. Ez 2 hezar û 500 lîra mûçeyê teqawîtê digirim. Du zarokên min dixwînin. Ma ev gel diziyê bike? Jinan dikujin. Ev welat wê hîn bêtir xera bibe.”
 
‘Desthilatdarî roj bi roj bar dide ser milê gel’
 
Jina bi navê Ayşe Yilmaz jî wiha bertek nîşan da: “Em nikarin nan bigirin. Çi erzan be em wê digirin. Em market bi market digerin. Biha gelek zêde ne. Bi mûçeyekê debar pir zehmet e. Zarok diçin dibistana dewletê tevî vê lêçûn naqedin. Hevjînê min dixebite lê em nikarin debarê bikin. Ev desthilatdarî barê me roj bi roj giran dike. Em nikarin dan û stanê bikin. Ber bi êvarê em diçin bajarê lê her tişt dîsa biha ye. Gel nikare nîv kîlo goşt bigire. Ji cejnê heta cejnê mirov gotş nabînin. Parçeyek mirişk bûye 50 TL. Em nikarin bigirin. Goştê sor bûye xeyal. Mirov birçî ne. Nikarin kirê û fatureyan bidin. Rewş gelek xerab e.”
 
‘Em nikarin tiştekî bigirin’
 
Şukran Tozoglu jî destnîşan kir ku her tişt gelek biha ye, nikarin tiştekî bigirn û debara xwe bikin. Şukranê ev tişt vegot: “Divê ev rewş raweste. Ez teqawît im.Em nikarin debarê bikin. Serokomar mûçeyê xwe kir 100 hezar. Bila mûçeyê me jî bikin 10 hezar. Qesra wî heye. Em nikarin mirişkê bigirin. Em nikarin nîv kîlo goşt bigirin. Bila werin rewşa me bibînin. Em nikarin derkevin derve. Her kes nexweşe her kes di stresê de ye.”
 
‘Biha pir zêde ye’
 
Dursun Baglan ya bi paqijiya malan debara xwe dike jî der barê rewşa xwe de wiha got: “Ez hewl didim piştgiriyê bidim butçeya malê. Em du kes in. Min zarokê xwe nû zewicand. Malbatên qerebalix hene. Gelo ew çi dikin. Her tişt biha ye. Ez ji neçarî diçim malan paqij dikim. Mûçeyê serokomar 100 hezar e. Ez nikarim nîv kîlo goşt bigirim. Bigirim jî bi 20-30 lîrayî qiyme digirim.”
 
Jina bi navê Ceyda Kaya jî berteka xwe wiha anî ziman: “Ne pêkane debar bibe. Bi mûçeyê asgarî fature û kirê nayên dayîn. Tu tiştek erzan nabe. Dovîz zêde dibe û bandorê li ser her tiştî dike. Ji ber mudaxaleyê her tiştî dikin em nikarin biaxivin jî. Zarokên 18 salî cezayên muebetê didinê. Kes ji tirsan nikare biaxive.  Di navbera gel û rêveberiya welat de gelek  ferq heye. Hêvîdar im ev pergal biguhere û hinek em rehet bikin.”