ÎSÎG: Di dema AKP'ê de 28 hezar û 380 karkeran jiyana xwe ji dest daye

  • 14:13 3 Mijdar 2021
  • Ked/Aborî
STENBOL -  Meclisa ÎSÎG'ê rapora xwe ya di navbera salên 2002 û 2021'an de aşkera kir û diyar kir ku di dema AKP'ê de heta niha 28 hezar û 380 karkeran jiyana xwe ji dest daye. 
 
Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG), rapora xwe ya derbarê mirina karkeran a navbera salên 2002-2021'an de aşkera kir. Di raporê de hat diyarkirin ku dema AKP'ê de li Tirkiyeyê ji bo karkeran tiştekî neguheriye û hat ragihandin ku di dema AKP'ê de 28 hezar û 380 karkeran jiyana xwe ji dest daye. 
 
Di raporê de wiha hat gotin: 
 
"Di sala 2002'ayan de 146, di sala 2003'yan de 811, di sala 2004'an de 843, di sala 2005'an de hezar û 96, di sala 2006'an de hezar û 601, di sala 2007'an de hezar û 44, di sala 2008'an 866, di sala 2009'an de hezar û 171, di sala 2010'an hezar û 454, di sala 2011'an de hezar û 710, di sala 2012'yan de 878, di sala 2013'yan hezar û 235, di sala 2014'an hezar û 886, di sala 2015'an hezar û 730, di sala 2016'an hezar û 970, di sala 2017'an de 2 hezar û 6, di sala 2018'an de hezar û 923, di sala 2019'an hezar û 736, di sala 2020'ya de 2 hezar û 427 û di 10 mehên dawiyê ya sala 2021'ê de jî hezar û 847 karker jiyana xwe ji dest da.
 
Her wiha di qada çandinî, sanayî û sektora xizmetê de jinan di nav şert û mercên herî xirab û bê ewle xebitin. Li gelek qadên xebatê de jî bi şîdet û tacizê re rûbirû man. Her wiha keda ku malê (paqijî, xwarin çêkirin, zarok, pîr û kalan xwedîkirin) nehat dîtin. Her wiha her sal nêzi 120 û 150 jin di qada kar de jiyana xwe ji dest da."