Jinên Geverê: Êdî em nikarin fatureyên xwe bidin

  • 09:08 1 Cotmeh 2021
  • Ked/Aborî
COLEMÊRG - Jinên derbarê krîza aborî de axivîn wiha gotin: “Desthilatdarî bila zema kiriye şûnde bikşîne, êdî bes e. Bila rewşa me bibînin. Em bi vê zemê nikarin jiyana xwe bidomînin. Em welatiyên vî welatîne.”
 
Ji ber pandemiyê krîza aborî li welat her diçe giran dibe û ji ber zemên tên kirin, welatî bêzar bûne. Di du salên dawî de ji ber krîzê gelek kesî dawî li jiyana xwe anîn û gelek welatî jî hatine asta ku nikarin debara xwe bikin. Jinên li taxa Orman a Gever a Colemêrgê dijîn, diyar kirin ku ji ber krîzê tengezar bûne, nikarin kirê bidin.
 
‘Em nikarin fatura bidin’ 
 
Peyruze Bor derbarê krîza aborî de axivî û bi lêv kir ku ev 40 sal in li Geverê dijî, 60 saliye û cara yekeme evqas zem tên kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Berê çewalek 60 TL bû niha bûye 180. Tenekeyek run 40 TL bû niha 180 ye. Krîz wisa giran bûye em nizanin çi bikin. Em nikarin fatureyên av, ceyranê bidin.”
 
‘Bila dewlet evqas me nepelçiqîne’
 
Peyruze destnîşan kir ku TEDAŞ her tim tê taxê û her carê bi hinceta kaçaxê 4-5 hezar pere ceza dibire û wiha berdewam kir: "Em nikarin êdî kirê û fatura bidin. Bila Xweda vê qebûl neke. Dewlet li gelê xwe bila vê neke. Em jiyanek baş dixwazin. Dewlet bacan zêde dike, kirê bûye hezar TL. Gel wê çawa jiyana xwe bidomîne. Em nizanin fatura bidin an xurek bigirin. Zivistan hat em nikarin sotemenî bigirin.”
 
‘Em bi 40-50 TL debara xwe dikin’
 
Esmer Aşkan jî wiha berteka xwe nîşan da: “Her hefte zem tê kirin. Her hefte bi hincetên cuda zem tên kirin. Em 9 nifûs in. Xaniyê me 2 odeye. Kar tune. Kes naxebite. Kurekî min emeleye li me mêze dike.  Carna dixebite carna naxebite. Li Geverê kar tune. Em rojaneya 40-50 TL debara xwe dikin. Zivistan hat, komir tune, êzing tune. Zema tê kirin jî herî zêde bandor li xizanan dike. Desthilatdarî bila van zeman bide sekinandin. Em bêçarene. Em nikarin xwarinekê çêbikin. Bila êdî hinek wisan û mirovahî bê vî welatî.”
 
‘Berpirs dewlete’ 
 
Besna Bor jî bertek nîşanê zeman da û bi gotinên wekê "em nikarin xurek bigirin" axaftina xwe domand: “Her roj av, ceyran û kirê zêde dibin. Em di kirê de ne. Kar tune. Zarokên me çûne bajarên rojava dixebitin. Bila Xweda vê qebûl neke. Em nizanin çi bikin. Dewlet berpirse, ev zilme, zilmê li me dikin.”