Fadîme navê têkoşîna li dijî zewac, koçberî, xizanî û newekheviyê ye

  • 09:11 11 Mijdar 2018
  • Jiyan
Sîbel Ozalp
 
ÎZMÎR - Fadîme Kocakaya ya di temenê biçûk de hat zewicandin, ji ber nasnameya xwe ya kurd elewî Jî rastî newekheviyan hat,  tu car dest ji têkoşîna xwe berneda û xebatên xwe yên partiya siyasî jî didomîne. Fadîme ya ku têkoşîna xwe bi SHP û HADEP’ê da destpêkirin niha bi HDP’ê didomîne û diyar dike ku ji bo zarok neyên zewicandin wê têbikoşe.
 
Fadîme Kocakaya di temenê biçûk de hat zewicandin û li dijî şîdet, xizanî, newekheviyê li ber xweda û di têkoşîna jinan de rola aktîf dilîze.
 
‘Zimanê min qedexe bû’
 
Bavê Fadîmeyê ji Elbîstana Mereşê ye û dayika wê jî ji Kurecîka Meletiyê ye. 13 xwişk û bira ne. Li Elbîstanê hatiye dinê. Fadîme ya ku heta pola 5’an dixwîne û wiha dibêje: “Me bi zehmetî dibistan xwend. Riya dibistanê zehmet bû. Me nikaribû bi zimanê xwe biaxiviya. Kîjan zarok bi zimanê xwe biaxiviya ceza didanê. Wê demê ji bo mirov bibin hemşîre an jî mamoste, ezmûnek têr dikir. Piştî pola 5’an bavê min li Dîlokê qeyda min li dibistanê çêkir. Lê ji ber zextên civakê ez neçûm dibistanê. Ez 14 salî bûm. Min hemû karê malê dikir û di dema vala de min li kolanê dilîst. Lê di 14 saliya xwe de hatim zewicandin. Ez di 15-16 salî de bûm dayik. Zaroka min hebû lê ez bixwe zarok bûm. Min nizanibû zarok xwedî bikira.”
 
‘Têkoşîn tiştekî pir xweş e’
 
Fadîmeyê destnîşan kir ku hevjînê wê piştî 7 salan birine leşkeriyê û bi tena serê xwe li du zarokan dinêre û wiha got: “Min li dijî tunebûnê têkoşîn da. înşata xaniyê min hîna neqedyabû, hevjînê min birin. Gundiyan alîkarî da me temam kir. Min di her alî de zehmetî kişand. Lê min têkoşîna xwe her tim da. Têkoşîn tiştekî pir xweşe.”
 
‘Kâbeya min mirov e’
 
Fadîme di 1977’an de bi malbata xwe re koçî Îzmîrê dike û vê carê rastî neweheviya neteweyî û xizaniyê tê. Fadîme der barê mijarê de wiha dibêje: “Ji xwe me gelek pirsgirêk jiyabû. Ji ber em jin bûn ji ber em kurd bûn. Li Îzmîrê ji ber ku nasnameya elewîtiyê em bi newekheviyê re rûbirû man. Em dema ku  hatin metropolê jî me nedikarî em bêjin em kurd û elewî ne. Min 5 zarok mezin kirin û min ji wan re negot em elewî ne. Zarok mezin bûn xwe nas kirin. Lê ez bi nasnameya xwe serbilindim. Kâbeya min mirov e.”
 
‘Kurê min bêdeng nema û derket çû’
 
Fadîmeyê bi lêv kir ku kurê wê yê herî mezin Erdal di lîseyê de di Gulana 1990’î de tevlî PKK’ê bûye û wiha got: “Ez bi kurê xwe re mezin bûm. Me pirsgirêkên xwe bi hev re çareser dikirin. Kurdî nizanibû lê hewl dida hîn bibe. Em li Dêrsîmê, li Mereşê, li Sêwasê hatin qetilkirin û em her tim bêdeng man. Lê Erdal bêdeng nama û derket çû.”
 
‘Ez ê her tim di têkoşîna jinê de cih bigirim’
 
Fadîme beriya Erdal di xebatên SHP’ê de cih digire û di 1997’an de HADEP’ê nas dike û tevlî xebatên jinan yên HADEP’ê dibe. Fadîme niha di rêvberiya HDP’a Karabaglarê de ye. Fadîmeyê daxuyakirin ku siyaseta kurd gelek tişt bi wê daye qezenckirin û got wê her tim di têkoşîna jinan de bi awayekî aktîf cih bigire.