Binesaziya ku qeyûm çêkir, têk çû û mal di bin avê de man

  • 09:05 7 Mijdar 2018
  • Jiyan
ŞIRNEX - Xebatên binesaziya ku qeyûm çê kiribû têk çû û boriyên wê teqiyan. Turîl Îke ya di encama teqîna boriyan de mala wê di bin avê de ma, diyar kir ku piştî mala wan di bin avê de maye tevî ku bi dehan carî serlêdan kirine jî şaredariyê mexduriyeta wan çareser nekiriye.
 
Li Şirnexê piştî qedexeyên derketina derve şûnde hemû xanî hema hema hatin hilweşandin û li şûnê TOKÎ hatin çêkirin. Li Şirnexa ku wek ‘bajarê modern’ tê nasîn, piştî baran barî tabloya derket holê gel bêzar kir.
 
Piştî barana barî li bajar nexweşxaneya dewletê jî tê de bi dehan xanî di bin avê de man. Li kolanan golên biçûk çê bûn. Bi barana dawî re boriya kanalîzasyonê teqya û mala Turîl Îke di bin avê de ma. Tevî ku bi dehan carî daxwazname dan şaredariyê, hîna nehatine mexduriyeta wan çareser nekirine.
 
‘Binesaziya wan mala me di bin avê de hişt’
 
Turîl diyar kir ku xaniyê wan ê li taxa Gundogdu ji ber barana bariye di bin avê de maye û wiha got: “Li pişt mala me boriya kanalîzasyonê teqya. Xaniyê me di bin avê de ma. Ev saleke kanalîzasyona me wisa ye. Me 10 caran daxwazname da. Lê nehatin çênekirin. Hemû alavên me têk çûn. Tiştek nayê bikaranîn. Niha em qatê herî jêr ji nû ve çê dikin. Ji ber tije ava bi ax bûye. Şaredarî jî ev 10 roj e me temaşe dike.”